Li Efganistanê bêcezatiya êrîşên li dijî rojnamevanan didome
Navenda Rojnamevanên Efganistanê, ragihand ku ji sala 2001’an heta niha zêdeyî 130 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine qetilkirin, ev bûyer zêdeyî ji sedî 90’an kiryarên wan bê ceza dimînin.
					Navenda Nûçeyan- Navenda Rojnamevanên Efganistanê rapora bi boneya “Roja Navneteweyî ya Li Dijî Bêcezatiya Sûcên Dijî Rojnamevanan” weşandî. Di rapore de ragihand ku ji sala 2001’an heta niha zêdeyî 130 rojnamevan û xebatkarên medyayê hatine qetilkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku di nava rojnamevanên hatin qetilkirin de 20 jê jinên rojnamevan in.
Di raporê de hate îfadekirin ku, zêdeyî ji sedî 90’ê van mirinan kiryarên wan derneketine pêşberî darazê û edalet nehatiye pêkanîn.
Li hember 640 rojnamevanan binpêkirina mafan
Di raporê de hate diyarkirin ku ji 15’ê Tebaxa 2021’an dema Talîban hatî ser desthilatê heta 15’ê Tebaxa 2025’an, di nava çar salan de herî kêm li hember 640 rojnamevan û xebatkarên medyayê binpêkirinên mafan hate qeydkirin. Di nava van binpêkirinan de 5 bûyerên mirinê û zêdeyî 265 binçavkirinên kêfî cih girt. D nava ên mirîne de, du xebatkarên radyo û televizyonê di êrîşa li dijî Pakistanê de hatin qetilkirin jî hene.
Navendê da zanîn ku rêveberiya Talîbane zextên li dijî xebatên medyayaê zêde kiriye û bi kampanyayên reşkirinê li hember rojnamevanên derveyî Efganistanê û gefên dijîtal bûye yek ji xeteriyên herî cidî.  
Di raporê de hate destnîşankirin ku domandina çanda bêcezatiyê û zextên zêde dibe zirarê dide pêşketinên civakî yên welat. Di raporê de bang li Talîbanê hate kirin ku rêz li mafê bingehîn ê rojnamevanan were girtin, edalet pêk bê û hemû qedexeyên li hemberî çapemeniyê bên rakirin.