Li Efganistana ku tundî lê zêde bûye berhevkirina statîstîkan zehmet dibe
Li welatê ku Talîban jin li qadên girtî heps kirine, tê diyarkirin ku asta tundiyê her roja ku diçe zêde dibe. Derbar tundiyê de girtina statîstîkan nepêkan bûye.
BAHARAN LAHİB
Efganistan- Tundiya li dijî jinan li her welatî bi awayên cûda berdewam dike. Li Efganistanê bi hatina Talîbanê li ser rêveberiyê re jin ji derveyî qadên giştî hatin hêlan, tundî û zexta ku li ser jinan bi awayek ku mînakê wê ne hatî dîtin zede bû. Di van şertan de girtina statîstîkan ya derbarê tundiya ser jinan de hema bêje nepêkan bûye.
Li malên ku wek qadên bi ewle tê tarîf kirin de, jinên ku rastî tundiyê tên, ti riyek nîne ku serlêdana edaletê bikin, yan jî sînordar in. Di heman demê de her çend tundî ji mêr jî hatibe, jin bi tirsa ku wê werin sûcdarkirin bêdeng dimînin. Ev bêdengî jî dibe sedemê mezinbûn û belavbûna tundiyê. Hate diyarkirin ku tundî û kuştina jinan ji ber ku ji aliyê dewletê ve tê veşartin, ji tiştên ku tên zanîn gelek zêdetir in.
Di 25’ê Cotmehê de li navçeya Chahab ya bajarê Takhar Hasna ya 17 salî ji aliyê mêrê pê re zewicî û xwezûrê xwe ve hate qetilkirin. Di 6’ê Mijdarê de cenazeyê Fatîme piştî 14 rojên winda bûyî hate dîtin. Di bedena Fatîma de nîşaneyên ‘tecawîza bi komî’ hate dîtin. Di 17’ê heman mehê de li eyaleta Farah jinek bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.