Li dijî zarokên Awajunê êrîş û tundiya zayendî

Derket holê ku li daristanên Amazonê di dibistaneke şevînî de ji aliyê mamosteyan ve li dijî bi sedan zarokên Awajunê êrîş û tundiya zayendî pêk hatiye.

Navenda Nûçeyan- Zarokên keç û xortên xwecihî yên Awajun ku li eyaleta Condorcanqui ya bakurê Perûyê di dibistanên bi şevînê de perwerdeyên xwe berdevam dikin, ragihandin ku li dibistanê bi tevahî 524 bûyerên destdirêjiyê rûdane, hinek ji wan di sala 2010’an de pêk hatine.

Têkildarî mijarê Berdevkê Hikûmeta Perûyê di daxuyaniya xwe de got: "Divê em rastiyan lêkolîn bikin. Em ê li cem mexdûran bin." Berdevk wiha berdevam kir: “Em her cure tundiya zayendî red dikin."

Daxuyaniya lêpirsînê di hawirdorek piştî îfadeyên du wezîran sûcên ku hatine kirin wekî "kiryarên çandî" ku nîqaşên tund pêk hatin de hatin kirin.

‘Gotina pêkanînên çandî rewakirina van pêkanînan e’

Nûnera komeleya jinan a Awajun Rosemary Pioc ji radyoya RPP avivî û gotinên wezîrên mijara gotinê ne şermezar kir û got: "Gotina; ‘ev pêkanînên çandî ne’, rewakirina van kiryaran e. Destdirêjî di civaka me de ne pêkanîna çandî ye.”

Ombudsmanê mafên mirovan ê Perûyê bang kir ku gumanbarên van sûcan kirine, ji dibistanên ku lê ders didin "demildest" bên derxistin.