Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatibû destpêkirin, du sal li pey xwe hişt. Çalakî bi dewirgirtina koma 143’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ku di 20’ê Tîrmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 143’emîn, di roja 733’an de didome.
Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 142’emîn Şîlan Bayar daxuyanî xwend.
‘Rêber Apo bi têkoşîna xwe înkar û îmhaya Kurdan da rawestandin’
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku azadiya gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gengaz dibe û ev tişt hat ser ziman: “Rêber Apo bi keda xwe ya 52 salan înkar û îmhaya Kurdan da rawestandin. Jiona ku bi hezar salane hatî kolekirin, cardin xiste nav têkoşîna xwebûnê. Me jin û ciwanan bi keda Rêbertî, şehîdan û Tevgera Azadiyê xwe naskir û destbi şerê azadiyê kir.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de bal hat kişandina ser lîstokên hêzên emperyal ên li ser civakan û wiha hat gotin: “Hêzên emperyal ji bo ku projeya xwe ya Rojhilata Navîn pêkbînin û serdestiya xwe li ser herêmê herdemî bikin, hemu hêz û aliyên ji bo xwe asteng dîtin xwestin ji holê rakin. Beriya 27 salan bi heman daxwazê Rêber Apo dîl girtin û xistin bin tecrîdek mutleq. Di encama têkoşîna 27 salan de Rêbertî bi dewletê da famkirin ku hebûna Tirk ne bi tunebuna gelê Kurd berovajî bi hebûna Kurdan dikare gengaz bibe. Bi vê re di 27’ê Sibata 2025’an de banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û bi vê bangê re Tevgera Azadiya Kurdistanê PKK û gelê Kurd bê du dilî bersiv da hemu bangên Rêbertî.”
‘Azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya me ye’
Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Ji bo ev pêvajo serbikeve teqez azadiya fîzîkî ya Rêbertî mercê me yê bingehîne. Şerê heyî rawestandin û divê gavên pêwîst ji aliyê dewletê ve bên avêtin. Wek wargeha Mexmûr ev du salin em di çalakiya nobetê ya azadiya fîzîkî ya Rêbertî de ne û wê ev çalakî heta encamê berdewam bike. Ji ber vê em dibêjin azadiya fîzîkî ya Rêbertî azadiya me ye, serxistina paradîgmaya Civaka Demokratîk, Ekolojîk û Azadixwaziya Jinê, serxistina sosyalîzmê, serxistina mirovahiyê ye.”
Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyan dawî bû.