Vegera koçberên Kurd di bin metirsiya êrîşan de ye

Çalakvana siyasî der barê êrîşên ku vê dawiyê li ser koçberên Girê Spî ku vegeriyan warê xwe çêbûn got ku êrîşên li dijî wan pirsên der barê lawaziya peymana entegrasyonê û nebûna parastin û hesabpirsînê de derdixin holê.

ROŞÊL CANYOR

Suweyda – Vegera koçberên Kurd a warên xwe yên resen, bi taybetî Serêkaniyê û Girê Spî, tevî êrîş û binpêkirinên ku li dijî wan tên kirin, nîşan didin ku ji bo ewlehiya wan tu temînat tune ye. Van bûyeran der barê cidiyeta pêkanîna peymana entegrasyonê ya di navbera hikûmeta demkî û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) de pirsan derdixe holê.

Koçberên Kurd di dema vegerê de rastî dagirkerî û êrîşan tên

Çalakvana siyasî Raqiye El-Şair bal kişand ser astengiyên ku koçberên vegeriyane bi wan re rûbirû mane. Raqiya diyar kir ku hinek kesên di dema koçberiya wan de xanî û erdên wan dagir kirine, li hemberî vegera xwediyên wan astengiyan derdixin û hinek ji wan rastî êrîşan tên. Li gorî Raqiya diviyabû veger di çarçoveya lihevkirinên siyasî de bi ewlehî û parastina mafên wan pêk bihata.

'Entegrasyon divê li ser bingeha hevparî û rêzgirtina mafên Kurdan be'

Raqiya El-Şair got ku êrîşên li dijî Kurdan li deverên cuda, di nav de Hesekê, Qamişlo, Girê Spî û Serêkaniyê, pirsan der barê pabendbûna aliyên peymanê bi erkên xwe de çêdikin û got: "Peymana entegrasyonê bi vî rengî wekî ‘têkçûnê’ dikim. Entegrasyona rastîn divê li ser bingeha hevparî, rêzgirtina nasnameya neteweyî û çandî û parastina mafan be, ne jêbirina taybetmendiyên Kurdan."

'Ramî Yûsif El-Dehş ê ku bi jêkriina porê şervaneke Kurd tê nasîn di nava koma êrîşkar de bû'

Raqiya El-Şair destnîşan kir ku di demên nakokî û pevçûnan de jin herî zêde zirarê dibînin. Ji bilî koçberî û windakirina ewlehiyê, jin bi barên derûnî û civakî û berpirsiyariyên zêdetir ên malbatê re rûbirû dimînin.

Raqiya El-Şair behsa derketina Ramî Yûsif El-Dehş kir ku navê wî bi birîna porê şervaneke Kurd re hatiye bihîstin. Li gorî Raqiya xuyabûna wî di nava koma ku êrîşî koçberên Kurd ên vegeriyan Girê Spî de, pirsan der barê ciddiyeta hesabpirsînê û cezakirina kesên tawanbar de bi xwe re tîne.