Li Dirbesiyê 4 ferdên heman malbatê hatin kuştin

Li Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê, îro siharê bûyereke tirsnak pêk hat. Kesê bi navê Ciwan Mihemed Emîn Elî ji malbata xwe 2 jê zarok 4 kes kuştin.

Navenda Nûçeyan – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dirbêsiyê ya Rojavayê Kurdistanê, piştî komkujiyeke malbatî ya 2 jê zarok çar kes hatin kuştin, lêpirsîneke berfireh dan destpêkirin. Armanca lêpirsînê ew e ku şert û merc û sedemên nediyar ên li pişt trajediyê eşkere bike.

Li gorî hûrgiliyan, kesê î bi navê Ciwan Mihemed Emîn gule li malbata xwe reşand û dayîka Ezîza, birayê xwe Egîd û du biraziyên xwe kuşt.

Kiryar, piştî qetilkirina malbata xwe, li cihê bûyerê xwe kuşt. Dewriyeyên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, piştî agahiyê çûn cihê bûyerê û ji bo diyarkirina şert û mercên li pişt trajediyê lêpirsîn û lêgerîneke berfireh dan destpêkirin.