Li dijî tecawiz, kedxwarî, xebata bê temînat têkoşîna jinan bilind dibe
Her çendî erdnîgarî, cureyên tundiyê bên guhertin jî sedemên tundiya li dijî jinan nayên guhertin. Tundiya li ser jinan ku di encama newekheviya zayendî de çêdibe, xwe di warê tecawiz, kedxarî û xebata bê temînat de nîşan dide.
AXÎN BAHAR
Navenda Nûçeyan- Krîz û guhertinên li cîhanê çêdibin, şerê ku her diçe belav dibe jiyana jinan di milê neyînî de bi bandor dike. Jinên ku bi mîlîtarîzm, nijadperestî û olperestiyê tên dorpêçkirin têkoşîna hebûnê didin meşandin
Li dijî hemû êrişan hemû jinên cîhanê li dijî tundiyê têkoşîna nasnameyê didin û karektera sedsala 21’emîn diyar dikin.
Jinên ku bi têkoşînê gelek destkeftî bi dest xistin, hem ji bo ku van destkeftiyan biparêzin hem jî mafên xwe bi dest bixin têkoşîna xwe bilind dikin.
Her çendî erdnîgariya wan cuda be jî êşa jinan di hemû cîhanê de dişibe hev. Di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan a Cîhanê de, me rojevên ku jin li Ewropa, Amerîka û welatên Rojhilata Dûr di kîjan rojevan de li hev kom dibin berhev kirin.
Fransa
Li Fransayê nifûsa jinan ji ya mêran 2 milyon zêdetir e. Li gorî daneyên Enstîtuya Statîstîkên Neteweyî ya Fransayê (INSEE); ji nifûsa welat 35 milyon ji wan 256 hezar jin in û 33 milyon û 118 hezar jî mêr in. Lê dîsa jî jin li welat bi gelek cureyên tundiyê re rû bi rû dimînin.
Ji sedî 37 ji derveyî daxwaza xwe dikevin tekiliya zayendî
Rapora Lijneya Bilind a Wekheviya Jin û Mêran a Fransayê (HCEFH) eşkere kir ku li welat ji sedî 37 ê jinan bêyî daxwaza xwe bi darê zorê dikevin têkiliya zayendî.
Daneyên di raporê de ku balê dikşînin ser xetereyên cudakariya zayendî ya li welat, yek ji qadên ku jinên li Fransayê pê re têdikoşin bû.
Piştî encama têkoşînê: Kurtaj bû mafê destûrî
Pêşnûmeya ku li Fransayê kurtajê weke mafeke destûrî dide, ji aliyê meclisê ve hat qebûlkirin û di meha Sibatê de bû zaonî. Bi vî awayî Fransa bû welatê yekem ku bi destûrî mafê kurtajê xist bin temînatê.
Li Farnsayê kurtaj ji sala 1974’an ve destûrî ye lê di salên dawî de ji bo ku ev zagon xurtir bibe jinan zext kirin û piştî ku Serokkomar Makron ev biryar ji însiyatîfa eyaletan re hişt soz da ku mafê kurtajê dê bibe destûrî. Ev pêşketin piştî encama têkoşîna jinan weke destkeftiyek ket dîrokê.
Li dijî ewlehiya kar û newekheviya mûçeyê grev
Rojeva din a jinan a li welat di tevahiya salê de çalakî, grevên ji bo hişyarkirina li dijî "bêewlehiya kar û newekheviya mûçeyan" bû.
Jinan diyar kirin ku li welat jin ji mêrên karker kêmtir mûçe digrin û tevahiya salê di nava çalakiyê de bûn. Li Fransayê newekheviya mûçeyê di navbera jin û mêran de ne tenê ji ber cudahiya mûçeyên ku serê saetekê tên dayîn e. Faktorên weke kêmbûna îstîhdama jinan li gorî mêran, kêm temsîliyeta jinan di astên rêveberiyê de û zêdetir tevlibûna jinan di karên nîv-dem de vê newekheviyê zêde dike.
Li gorî daneyên 2023’an ên Enstîtuya Neteweyî ya Îstatîstîk û Lêkolînên Aborî ya Fransayê (INSEE); jin ji mêran ji sedî 13,5 kêmtir qezenc dikin.
Li dijî vê newekheviyê jinan di 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de bi daxwaza “wekheviya kar, wekheviya mûçe” daketin qadan.
Beriya hilbijartinê jin li qadan bûn
Zêdeyî 200 rêxistinên mafên jinan ên li Fransayê beriya hilbijartinên meha Tîrmehê li dijî Partiya Yekitiya Mîtînga Neteweyî ya rastgir daketin qadan. Rêxistinên mafên jinan bi rojan protesto kirin û diyar kirin ku eger Partiya Yekitiya Neteweyî di hilbijartinê de bi ser bikeve, ev yek dikare zirarê bide gelek maf û azadiyan, di serî de mafên koçberan, LGBTI+ û jinan. Di tûra duyem a hilbijartinên Fransayê de dengê herî zêde partiya çepgir a îtîfaqê Cepheya Gel a Nû girt.
Li dijî tecawizê çalakiyên girseyî
Dema di meha Îlonê de nûçeya ku ket rojeva welat, bû sedem ku sûcên zayendî ya li dijî jinan dîsa were nîqaşkirin.
Di doza ku sewqî dadgehê hat kirin de derket holê ku Gisèle Pelicot a 72 salî dema ku 10 salan bêhiş bû ji aliyê bi dehan mêran ve rastî tecawizê hatiye û ji aliyê mêrê ku pê re zewicîbû ew mêr derbasî mala wê bûne.
Ji dema darizandina Dominique Pelicot ku Gisèle Pelicot pê re zewicî bû, serpêhatiyên jinê bandorek mezin li Fransayê kir. Pelîcot a ku ji ber tiştên ku lê hatin kişandin hesab xwest, bû sembola cesaret, berxwedan û têkoşîna li dijî tundiya zayendî.
Li Fransayê gelek bajaran gelek ji wan jin bi sedan kes ji bo ku piştgirî bidin Gisèle Pelicot daketin kolanan. Di dehan bajaran de bi hezaran jin li dijî sucên tecawizê çalakî lidarxistin.
Dema ku 25’ê Mijdarê nêz dibe, li fransayê jinan hem ji bo sucên zayendî hem jî ji bo heqê keda xwe bistînin û destkeftiyên xwe biparêzin daketin qadan.
Elmanya
Elmanya di sala 2024’an de bi qetlîamên jinan navê xwe deng veda
Li elmanyayê zêdebûna qetlîamên jinan, tevgerên jinan jî xist hereketê û tevahiya salê çalakiyên girseyî hatin lidarxistin. Tevgerên jinan ji rayedaran daxwaz kirin ku têkoşîna li dijî tundiya li ser bingeha zayendî esas bê girtin.
Jinên li Elmanyayê ku di nava salê de li dijî nîjadperestî, zayendperestî, şer û her wiha ji bo mafên weke mûçeyên wekhev, saetên xebatê yên plansazkirî û baştirkirina ewlekariya civakî çalakiyên cuda li dar dixin û 25’ê Mijdarê bi têkoşînê pêşwazî dikin.
Tundî zêde dibe
Li gorî daneyên fermî li Elmanyayê sala derbasbûyî nêzî 250 hezar kes rastî tundiya di nav malê hatin. Li welat hema bibêje di nava her du sê rojan de jinek ji ber “tundiya partner” jiyana xwe ji dest dide.
Li Elmanyayê îstîhdama jinan kêm e
Li welat di pergala bacê de ku jinan teşwîqê mayîna li malê dike û muafiyeta bacê ya girêdayî zewacê (Ehegattinsplitting), tê wateya ku jin neçar bimînin karê xwedîkirinê bigrin ser xwe û dema ku jin ji derbikevin mexdûr bibin. Jinan hem di 8’ê Adarê de hem jî di 25’ê Mijdarê de li dijî mafên xwe yên zagonî êrişên heyî tînin rojevê.
Brîtanya
Li Brîtanyayê jin 25’ê Mijdarê di nav dorpêça tundiyê de pêşwazî dikin.
Di raporek de hat eşkerekirin de tundiya li dijî jin û zarokên keç li Brîtanyayê û Gallerê rojane nêzî 3 hezar sûc hatine qeydkirin. Di raporê de tê texmînkirin ku her sal ji her 12 jinan herî kêm yek jê mexdûr bibe lê tê pêşbînîkirin ku dibe hejmara rast gelek zêdetir be. Li gorî lêkolînê, li Brîtanya û Gallerê ji her 20 mezinan yek ango 2,3 milyon kes wê her sal bibin kiryarên sûcên li dijî jin û zarokên keç. Di raporê de hat destnîşankirin ku şopandin û tacîz ji sedî 85’ê ji sûcên înternetê pêk tên.
Amerîka
Li DYA’yê Dadgeha Bilind, di sala 2022’yan de biryara ku kurtajê kiribû mafeke makezagonî û di doza 1973’yan de hatibû girtin qedexe kir, ev yek bû sedema astengkirina mafên kurtajê. Piştî biryara Dadgeha Bilind a di Hezîrana 2022'an de ku doza “Roe v Wade” a di dîroka 1973’an de heta niha, li 14 eyaletên DYA’yê hema bibêje kurtaj bi temamî hat qedexekirin. Jinên ku li dijî qedexekirina kurtajê derketin kolanan, biryarên derbarê beden û jiyana wan de tên dayîn şermezar kirin.
Li aliyê din, li DYA’yê hejmara kurtajên ku tên kirin, piştî ku Dadgeha Bilind doza ku mafê kurtajê dixist bin temînatê betal kir zêdetir bû.
Li gorî rapora Komeleya Plankirina Malbatê (SFP) ya navenda wê DYA ye û saziyeke pîşeyî ye, di navbera Çile û Adara 2024’an de li DYA’yê di mehê de 98 hezar û 990 kes kurtaj bûne û hat diyarkirin ku ev hejmar ji sala 2022 û 2023'yan ve zêdetir bûye. Hat diyarkirin ku hejmara kurtajên ku di Çileya 2024'an de hatine kirin cara pêşîn ji 100 hezarî derbas bûye.
Li Emerîkayê jin tevahiya sale li dijî qedexekirina kurtajê li kolanan çalakî li dar xistin.
Emerîkaya Latîn
Li welatên Emerîkaya Latîn jî jinan sekneke muxalîf nîşan an, ji bo mafên xwe çalakiyên cur be cur li dar xistin.
Li Emerîkaya Latîn jin li hemû bajarên mezin derketin kolanan, li dijî şîdet û cudakariya li ser jinan bertekên xwe nîşan dan. Ji Mexîco City, heta Buenos Airesê, ji Santiago Şiliyê, heta Sao Paulo û Bogotayê di çalakiyên ji bo 8’ê Adarê hatin lidarxistin de, jinên Emerîkaya Latîn, li dijî şîdeta bi pergal û cudakariya li ser xwe, bi daxwazên ewlehî, mafê kurtajê, wekhevî û azadiyê derketin kolanan.
Li gorî daneyên fermî, sala par li Meksîkayê ku rojê 11 jin dihatin qetilkirin, di çalakiya jib o 8’ê Adarê ku rêxistinên jinan li dar xistin, bi deh hezaran jin beşdar bûn. Jinên ku bi dirûşmên “Em ji bo yên li vir nîn in dimeşin” bal kişandin ser pergala baviksalar û cînayetên jinan, li dijî tacîz, tecawiz û cudakariyê bertekên xwe anîn ziman.
Li Meksîkaya ku hema bibêje her roj 10 jin dihatin qetilkirin, jinan xwişkên xwe yên ku hatine qetilkirin bi bîr anîn, bi 180 hezar kesan re meş û çalakiyan li dar xistin.
Bi zêdebûna sûcên li dijî jinan re, di meha Hezîranê de di dîroka 200 salan a welat de cdara yekem serokek jin hilbijartin. Çend saet piştî hilbijartina seroka nû Claudia Sheinbaum, li bajaroka Cotîja ya Meksîkayê seroka yekem a jin Yolanda Sánchez, ji aliyê çeteyek ve hat qetilkirin.
Jin li dijî qetilkirina jinan rabûn serhildanê
Jinan diyar kirin ku zagonên wan biparêzin tune ne û qetilkirina jinan bû sedem ku li Meskîsayê tevgera feminist bi pêş bikeve.
Niha çavên gelek meksîkayiyan li ser Serokomara yekem a jin Claudia Sheinbaum e. Claudia Sheinbaum, soz da ku ew ê zagonên ku jinan baştir biparêzin derxin.
Li Kolombiyayê jî rewş cuda nebû. Li welat sala par 311 jin hatin qetilkirin. Bi zêdebûna cînayetan re, li welat rêxistinên feminist, ji bo balê bikşînin ser binpêkirina mafên jinan, li hinek cihan çalakiyên girtina rê li dar xistin.
Hindistan
Di 9’ê Tebaxê de li bajarê Kolkata yê Hindistanê, li zanîngeha RG Kar a Tibê stajyera 31 salî piştî tecawiza bijîjkek hat qetilkirin û vê bûyerê li Hindistanê bû sedema hêrsek mezin û rê li çalakiyên protestoyî vekir.
Têkildarî bûyerê, kesek ku li nexweşxaneyê bi dilxwazî dixebitî hat girtin, nêzikbûna rêveberên bajar ên ji bo bûyerê bû sedema rexneyan. Li ser sûcdariyên sergirtina bûyerê û îhmalê, doza ji polîsên bajar hat girtin, dewrê Buroya Lêpirsîna Navendî ya Federal hat kirin.
Li ser bangên ji ser medyaya dîjîtal hatin kirin, 14’ê Tebaxê şeva Çarşamba, li kolanên Kolkatayê û tevahiya eyaletê meş hatin lidarxistin. Di çalakiya bi meş a ku bi navê “Şevê paşve bigre” hat lidarxistin de jin, bi pankartên di destên xwe û bi ronahiya lembeyên telefonan meşiyan.
Çalakiyên li welat di demek kurt de li hemû welat belav bûn. Li Hindistanê jî her roj jinên ku derketin kolanan, çalakiyên girseyî li dar xistin. Di 16’ê Tebaxê de careke din jî jin derketin kolanan û vê care bi dirûşma jinên Kurd, “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan. Jinên ku bi dirûşm û pankarta “Jin, Jiyan, Azadî” meşiyan, dirûşma berxwedanê ya jinên Kurd, kirin dirûşma Konfederalîzma Jinan a Demokratîk a Cîhanê.
Pakistan
Ki Pakistanê ku bi sûcên li dijî jinan dikeve rojevê jî meha Cotmehê li eyaleta herî qelebalix a welat Pencapê piştî ku xwendekareke zanîngehê rastî tecawizê hat, çalakiyan dest pê kir û bi rojan domiyan.
Piştî parastina tecawizkar, xwendekarên zanîngehê destûr nedan ser bûyerê were girtin û dest bi çalakiyên girseyî kirin. Li Pakistanê jin îsal 25’ê Mijdarê dê bi qîrîna li dijî sûcên tecawizê yên zêde bûne pêşwazî bikin.