Jinên Filistînî li ser rêyên koçberiyê li ber xwe didin
Filistîniyên ku di bin êrişên dijwar ên Îsraîlê de ne, di rêyên koçberiya bi zorê de ji bo jiyanê têdikoşin.
Xeza – Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Hejmara kesên ku di êrişên jin û zarok hedef digirin de jiyana xwe ji dest dane jî her ku diçe zêde dibe. Fîlîstîniyên ku di bin koçberiya bi darê zorê de ne û neçar in ku timî li cih û warên xwe bigerin. Kêsên koçber dibin ji bo jiyanê têdikoşin û ser rêyên koçberiyê bi gelek binpêkirinên mafên mirovan re rû bi rû dimînin.
Hêzên Israîlê di demên dawî de "Plana Generalan" belav kir ku bi xwe dibêje divê hemû herêma Bakurê Xezayê were valakirin da ku were dagirkirin. Bi sepandina vê planê re dê gelek niştecihên Cihû bi cîh bikin.
‘Bi destpêkirina şer ve rewşa aboriya malbata min têk çû’
Jina Filistînî Texrîd Etellah ya 48 salî got: "Rewş li Bakurê Xezayê gelekî zehmet e kesek nikare di hundirê wê de jiyan bike. Ne av, kehrebe û ne jî xwarin heye. Armanca ji vê yekê xuyayî bû. Dixwestin xakê ji welatiyên wê bi rengekî dilxwaz vala bikin lê belê dema plana wan biser neket awayên din bikar anîn ji bo bihêlin jinên Filistînê dest ji xaka xwe berdin. Rewşa aborî ya malbata min ji 7’ê Cotmehê ve ber bi xirabûneke ve çû. Hevjîn û zarokên min karê xwe wenda kirin. Ji biçûkaniya xwe ve min alîkariya bavê xwe di çandinî, bazirganî û avahîsaziyan û hwd de dikir ji ber wê min zarokên xwe jî wiha fêr kirin."
‘Her car pirsa ‘em ê îro çi bixwin’ heye’
Texrîd Etellah wiha domand: "Min di çandiniyê de kar kir lê belê av kêm bû ji ber wê min dest bi amadekirina hin xwarinan kir, paşê min dibistanek ava kir. Min û keçên xwe tê de kar kir ji ber hemû jî derçûyên zanîngehên cuda ne. Beriya şer min karê destan jî dikir lê belê îro roj ji ber madeyên xam gelekî buha ne û kesek nema dikire û ez jî nema vî karî dikim. Rojane diçim bazarê û mîna her jinekê destvala vedigerim ji ber nirx gelekî buha ne yan jî tiştek ji bo xwarinê tune ye. Her car pirsa "em ê îro çi bixwin" heye."
Texrid Etellah behsa pirsgirêkên di navbera malbatan de jî kir û wiha anî ziman: "Valahî dihêle ewqas pevçûn di navbera malbatan de derkevin. Demên berê her ferdek karek wî hebû lê belê îro rewş hatiye guhertin. Li milekî din jî nebûna xwarinê û birçîbûna zêde bandorê li rewşa derûnî dike."
‘Ez ji mala xwe dernakevim’
Texrîd Etellah di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku piştî şer gelek nexweşî pê re çêbû ye ku beriya niha tu carî nedîtiye û wiha pê de çû: “Piştî êrişa li dijî me ez û malbata xwe bi nexweşiyên fîzîkî ketine. Me berê nexweşiyên wiha nedidîtin. Dibe ku ji ber kêmxwariniyê û vêxistina agirê êzingan ê ku krîza nefesgirtinê çêkir be. Dema ez agir vêdixim ez nikarim wê rojê bi şev xew bikim. Derman jî li Zîvala Xezayê bûye hesret. Dema tu li derveyî malê bî pêwistiya te bi kirîna malekê heye ji ber ne cil ne alavên malê ne cihê razanê û ne jî betanî hene. Tiştek mirov xwe bispêrê tune ye. Dema behsa koçberiyê dikin metirsiyên mezin bimi re çêdibe. Ez ji mala xwe dernakevim. Ez û malbata xwe em ê li ku derê jiyan bikin di vê zivistanê de?"
Banga alîkariyê
Texrîd Etellah alîkariya koçberên ji Bakurê Xezayê dike. Tişta li cem wê zêde be pêşkêş dike. Li mala xwe perwerdeyan jî vedike û bang dike ji bo jin werin fêr bibin. Di heman demê de di planên wê de ne projeyeke jinan veke di demekê de ku xizanî bûye parçeyekî jiyana wan.
Texrîd Etellah di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Divê her jinek piştgiriya ya din bike bi taybet di pêdewîstiyên zarokan de mîna cil, hefad û alavên malê. Ez bang kesên ku di alîkariyên lezgîn de kar dikin dikim. Divê jin destê alîkariyê dirêjî hev bikin ji bo li ser xaka xwe bimînin û pê ve werin girêdan."