Li dijî rêgiriyê bi çêkirina ava îsotan debara xwe dike

Nisrîn Şêxo ya ji koçberên Efrînê ku li Şehbayê dijî, li dijî êriş û rêgiriya li ser heremê bi çêkirina ava îsotan debara xwe dike.

HESNA MIHEMED

Şehba - Civaka Kurd her sal di demsala payîzê de dest bi amadekirina erzaqên xwe yên ji bo zivistanê dike û bi destên xwe pêdiviyên malê bi cih tîne. Kurd li aliyekî debara xwe bi van erzaqan dikin, li aliyekî jî mûneta salê amade dikin. Nisrîn Şêxo 42 salî ye ji koçberên Efrînê ye û li gundê Babinês ê navçeya Ehdasa Şehbayê ku him bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye him jî rêgiriya hikumeta Şamê lê didome bi malbata xwe re dijî. Nisrîn Şêxo 5 sal in ji bo debara xwe di warê koçberiyê de bike erzaqan çêdike û difroşe.

Ji ber buhabûna tiştan û dorpêça ser herêmê Nisrîn Şêxo tenê ava bîberan çêdike û difroşe, li kêleka wê jî mekdus, milûxiyê, mast û penêr jî wek munetên malê amade kiriye. Nisrîn Şêxo behsa amadekariyên erzaqên ku çêdikin kir.

Bi werza payîzê dest bi çêkirina munetan dikin

Nisrîn Şêxo diyar kir ku li warê koçberiyê, bi çêkirina erzaqan debara xwe dike û wiha got: "Em ji Efrînê koçber bûne û li Şehbayê li ber xwe didin. Ev bû 5 sal ez debara malbeta xwe bi çêkirina erzaqên zivistanê dikim, li aliyekî aboriya malbatê xurt dikim, li aliyê din jî ez erzaqan ji bo malê çêdikim. Li Şehbayê jiyan zehmet û dijwar e lê hêza me ji zehmetiyên jiyanê xurtir e. Bi her cureyê em berxwedana xwe didomînin. Di demsala payîzê de gel êdî dest bi çêkirina erzaqên xwe dike ji bo zivistanê. Ji çêkirina milûxiyê, mast, penêr, ava îsotan û heya mekdusan bigre, milet erzaqên xwe amade dike, ev jî çandeke Kurdî ye ku di demsala havînê de haziriyên xwe yên muneta zivistanê dikin. Li warê koçberiyê ez ava îsotan çêdikim û difroşim. Ji dendik û tovên îsotan em îsotên hişk jî çêdikin û di xwarinan de bi kar tînin. Ji ber buhabûna îsotan em kîloya ava îsotan bi 40 hezaran difroşin."

'Zehmet e lê em dîsa jî çêdikin'

Di dawiyê de Nisrîn Şêxo anî ziman ku çêkirina ava îsotan ne hêsan lê ji bo debara xwe bikin tehemul dikin û wiha got: "Çêkirina ava îsotan ne hêsan e destên mirovan dişewitînin ji ber ku tûj in lê dîsa em wê zehmetiyê tehemul dikin ji bo debara xwe pê bikin. Ez li gorî daxwazan her du rojan ava îsotan çêdikim û difroşim. Em weke gelê kurd fêr bûne ku pêdiviyên malê bi destên xwe amade bikin. Me tu carî erzaqên xwe nekirîne lewra bi çêkirina munetên malê em gelek kêfxweş dibin. Ji ber dorpêça heyî li ser herêmê piranî kes îsal nikarin pêdiviyên malê weke berê tam çêbikin. Tenê tiştên bingehîn dikarin bikirin, ji ber ku dorpêç bandorê li ser buhabûnê dike.”