“Li dijî metirsiyên li ser jinan pêwîstî bi stratejiyeke navneteweyî heye”

Koordînatorên ku beşdarî 3'yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûn, di rûniştina destpêkê de bi yekdengî destnîşan kirin ku pirsgirêkên jinan ên li hemû deverên cîhanê yek in û bal kişandin li ser pêdiviya hevgirtinê ji bo dîtina çareseriyên hevpar.

NAZIHA BOUSSIDI/ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Koordînatorên ku ji pênc parzemînan beşdarî 3’yemîn Konferansa Jinan a Cîhanê bûn tekez kirin ku pirsgirêkên jinan yek in.

 Koordînatora Afrîqayê Marî Pola ji ajansa me re axivî û diyar kir ku di rûniştina destpêkê de encamên atolyeyên ku du rojan hatin lidarxistin û tê de pirsgirêkên jinan hatin nîqaşkirin, hatin nirxandin û wiha got: “Koordînatoran bi yekdengî destnîşan kirin ku piraniya pirsgirêkên jinan ên li çar aliyên cîhanê dişibin hev û divê çareserî hevpar bin. Ji bo teşhîskirin, çareserkirin û têkoşîna li dijî pirsgirêkên jinan divê stratejiyeke jinan a navneteweyî bê danîn. Jinên Afrîkî hîna jî ji girêdayiya baviksalarî, malbatî û civakî êşê dikişînin. Hejmara zêde ya nexwendewariyê li Afrîkayê di encama şer, pevçûnên siyasî, belavbûna terorê û kaosê de, ku ji ber polîtîkayên hikûmetên dûrxistinê derfetên perwerdehiyê ji bo jinan tune ne. Divê hevgirtina femînîst a navneteweyî were berfireh kirin da ku dozên me bi ser bikevin.”

Li ser jinên li Srî Lankayê bandora qeyrana heyî

Koordînatora Asyayê Mîno Dê Sîlva diyar kir ku ew beşdarî konferansê bûye û nûnertiya welatên Srî Lanka, Bengladeş û Nepalê kiriye û di dema beşdarbûna xwe de bal kişandiye ser pirsgirêkên jinan li wan herêman û wiha got: “Krîza aborî ya di encama îflasa hikûmetê ya li Srî Lankayê de bi taybetî siya xwe avêt ser jinan û ew ber bi xizaniyê ve birin. Jinên li Srî Lankayê ji qeyranek xwarinê ya tûj êşê dikişînin ji ber ku ava vexwarinê ya ewle, derman û gaza wan tune ye. Kêmbûna xwarinê ji bo jinan zehmetiyek mezin e, ku civaka femînîst li wir dixe pêşiya karekî mezin ku rewşa jinan baştir bike û hewl bide ku çareseriyên rasteqîn ji bo têkoşîna li dijî birçîbûnê bibîne. Em wek femînîst zextê li parlamento û hikûmetan dikin ku krîza kêmbûna xwarinê û pêdiviyên bingehîn derbas bikin.”

“Pirsgirêkên karkerên jin li hemû welatan wek hev e”

Jolî Talokedar a ji Asyayê ye wiha got: “Armanca me ji konferansê ew e ku hevgirtina femînîst a cîhanî li dijî cudakariya li dijî jinan û şîdeta zayendî xurt bibe û civakek azad bê avakirin. Divê li ser asta cîhanê tevgereke femînîst a xurt bê avakirin. Lidarxistina konferanseke wiha alîkariya jinên cîhanê dike ku rewşa xwe bi pêş bixin, bi taybetî jinên karker, gundî û rewşenbîr.”

Koordînatora Ewropayê Xedîce Heyatî wiha anî ziman: “Jinên li Ewropayê tevî ku bi saetên dirêj dixebitin jî lê mûçeyên kêm distînin û ji ber vê yekê êşê dikşînin. Di rûniştina giştî de, me li ser pêwîstiya xebata bi yek destî ji bo zextê li hemû hikûmetên wek Almanya, Holenda û Belçîkayê gotûbêj kir, da ku karkerên jin mafên xwe bi dest bixin. Pirsgirêkên karkerên jin li hemû welatên cîhanê dişibin hev.”