Li dijî guhertina zagona Iraqê çalakî hat lidarxistin

Li Kerkukê jinan li dijî guhertina zagona rewşa kesane ku dixwaze temenê zewacê daxîne û hinek guhertinên din xwepêşandan li dar xistin.

Navenda Nûçeyan- Çalakvan û rêxistinên mafên jinan ên li Kerkûkê li dijî pêşniyara guherîna zagona rewşa kesane ya li Iraqê ku hêzên Şiî pêşkêşî parlamentoya Iraqê kirin û rê li ber zewaca di temenê biçûk de vedike, ji dayikan mafê xwedîkirinê digre, xwepêşandan li dar xistin.

Di xwepêşandana li ber Komîsyona Bilind a Mafên Mirovan hat lidarxistin de, xwepêşanderan ragihandin ku wê li dijî vê guhertina di zagona rewşa kesane de rawestin, diyar kirin ku ev yek binpêkirina mafê hemû mirovan e bi taybetî mafên jin û zarokan e. Her wiha diyar kirin ku niha zagona kesane bi şêweyî herî baş berdewam dike lê guhertina wê li ser bingehên mezhebî wê bibe sedema jihevketina malbatan.

Herî dawî xwepêşanderan destnîşan kirin ku ger ev guhertina di zagonê de bê qebûlkirin dê di pêşerojê de tu zewac di dadgehê de neyê tomarkirin û zewacên ‘mut’a û misyar’ zêdetir bibin û bibe sedema perçebûna civakê.

Bi zagonê dixwazin çi bikin?

Zagon maf dide mêr dema bixwaze bizewice, li gorî mezheban hilbijêre lê mafê jinan di hilbijartina mezheb de sînordar dike. Di heman demê de jî mafê kurê dê û bavê wan dev ji hev berdaye, temenê hilbijartina dê û bav ji 15 salî dadikeve 7 salî. Di zagonê de li gorî tercîha hevjînan dikare li gorî mezheba Şiî yan jî Sunî hevberdan çêbibe. Ger jin ne xwedî mezheba fiqhê be, dadgeh dê li gorî mezheba hevjînê wê hevberdan û mafên pê ve girêdayî bi rê ve bibe. Di pêşnûmeyê de di mijarên hevberdan û cudabûnê de rayeya destwerdanê dide weqfên Şiî û Sunî. Fikar hene ku pêşnûmeya qanûnê pirsgirêka "cudabûna mezhebî" ya di dadweriyê de kûrtir bike. Bi guhertina ku di qanûnê de tê kirin re, temenê zewacê jî ji 18’an dadikeve 9’an.