Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bang

Meclîsa Jinan a DEM Partiyê bi boneya 10’yemîn salvegera fermana 74’an ya 3’ê Tebaxê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat xwest ku komkujiya 3’yê Tebaxê li hemberî qirkirin û jenosîda jinan roja çalakiya navneteweyî were îlankirin.

Navenda Nûçeyan- Meclîsa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî)  bi boneya salvegera fermana 74’an ya 3’yê Tebaxê li Şengalê ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li Êzîdiyan,  daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku bi sernavê; ‘’Bila 3’yê Tebaxê li hemberî qirkirin û jenosîda jinan roja çalakiya navneteweyî were îlankirin’’ hat dayîn de ev tişt hate gotin:

 ‘’10 sal di ser qirkirin û jenosîda jinan a ku çeteyên DAÎŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî Êzîdiyan pêk anî de derbas bûn.

Di encama êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de bi hezaran jin û zarok hatin qetilkirin û 6 hezar jin û zarok hatin dîlgirtin û 400 hezar Êzîdî bi darê zorê hatin koçberkirin. Aqûbeta bi hezaran jinan hê jî nayê zanîn. Her wiha li dijî jinên Êzîdî destdirêjî hatiye kirin û jin di bazarên koleyan de hatine firotin û bi darê zorê baweriyên wan hatine guherandin.

Tevî hemû polîtîkayên qirkirinê jî jinan îro jî li Şengalê li hemberî êrîşên li dijî jiyan û qadên jiyana wan xweparastina xwe pêş xistine û li dijî êrîşên berdewam li ber xwe didin.

‘Armanca êrişan destkeftiyên gelê Kurdin’

Em vê yekê baş dizanin ku; hêzên ku îro li hemberî Şengalê êrîşan pêk tînin û hêzên ku êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Herêma Kurdistanê dikin, yek in. Û armanca wan hêzan ya hevpar destkeftiyên gelê Kurd û  têkoşîna jinan ya li Rojhilata Navîn e. Têkoşîna jinên Êzîdî mezintirîn delîla vê yekê ye.

Binesaziyên Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di nav de divê weke DYE, Kanada, Avûstralya, Îrlanda, Portekîz, Elmanya, Hollanda, Brîtanya, Belçîka, Keyaniya Yekbûyî û Parlamentoya Ewropayê ji aliyê Tirkiyeyê ve jî qirkirina ku di 3’yê Tebaxa 2014’an de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve li Şengalên hatî pêkanîn, weke komkujiyê were qebûlkirin.

Girêdayî van yekan em bang dikin ku bila 3’yê Tebaxê ‘Li Hemberî Qirkirin û Jenosîda Jinan Roja Çalakiya Navneteweyî’ were îlankirin.  Bi baweriya ji têkoşîna me ya azadiyê ya jinan re em têkoşîna jinên Êzîdî ya ku ji hemû jinên cîhanê re bûye mînak silav dikin.”