Li dijî dîlgirtina şervanên YBŞ’ê Şengalî meşiyan
Bi pêşengtiya TAJÊ û Rêveberiya Xweser ji bo 5 şervanên YBŞ’ê ku di destê artêşa Iraqê de dîl girtî ne, li navenda Şengalê meşeke girseyî pêk hat. Di meşê de ji bo radestkirina şervanên YBŞ’ê bang li artêşa Iraqê hat kirin.

Şengal – Bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li navenda Şengalê ji bo radestkirina 5 şervanên YBŞ’ê ku di 18’ê adarê de ji hêla artêşa Iraqê ve rastî êrîşê hatibûn û bi birîndarî hatibûn dîl girtin, meşeke girseyî hat li darxistin. Malbatên şervanên ku di destê artêşa Iraqê de ne daxwaza zarokên xwe kirin.
Piştî meşê daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji hêla berdevka Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan ve hat xwendin.
Sara Botan diyar kir ku di 18’ê Adarê de artêşa Iraqê li hember hêzên YBŞ’ê êrîş pêk anîn e, 5 şervanên YBŞ’ê birîndar ji hêla artêşê ve hatine desteserkirin û wiha got: “Ji 18’ê adarê ve em ji bo şervanên xwe li ser piyan e û em ê bi çalakiyên xwe planên artêşa Iraqê vala derbixin.”
Berdevka Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Sara Botan bi bîr xist ku di dema fermanê de yê civaka êzidî û Şengalê parastiya şervanên YBŞ’ê bûne û ev nirxandin kir: “Lê îro roj ev hêza me ya ku ji 2014’an ve civaka me diparêze ji hêla dewleta Iraqê ve tê reşkirin û dij qanûnî tê diyarkirin. Lê dewleta Iraqê vê baş bizanibe em wek civak û ciwanên Êzidî li pişt hêza xwe ne. Em naxwazin pirsgirêk bi şer were çareserkirin lê Iraq ji bo çareseriyê gav navêje.”
‘Piştî peyama Rêber Apo planên qirêj zêde bûn’
Sara Botan destnîşan kir ku piştî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî planên qirêj ên dewleta Iraqê li ser civaka Êzidî hîn zêde bûne û got ku dê heta dawiyê li pişt hêza xwe bin û civaka xwe li hember planên qirêj biparêzin.
‘Heta girtina zarokên xwe em ê li ser piya bin’
Têkildarî êrîşa artêşa Iraqê ya li hember şervanên YBŞ’ê û bi birîdarî ketina destê artêşê, jinên Êzidî ku ji 18’ê adarê ve ji bo zarokên xwe her li ser piyan e, ji ajansa me re axivîn.
Zerê Sebrî diyar kir ku ew ji bo zarokên xwe yên di destê artêşa Iraqê de ne, li ser piyan e û wiha got: “Ev çend roj in em li ser piyan e, me çadir veda û sê rojan di çadirê nav çalakiyê de bûn. Heta yek ji me hebe em ê li ser piya bin, heta girtina zarokên xwe em ê her di nav çalakiyê de bin.”
‘Divê tu kes netirse’
Welat Cano jî ev tişt anî ziman: “Em ji bo zarokên xwe yên di destê artêşa Iraqê de ne li ser piyan e. Em şer naxwazin em tenê zarokên xwe dixwazin. Divê tu kes netirse û ji bo zarokên vê civakê rabin ser piyan. Ev deh sal in hêzên me, zarokên me li dijî êrîşan li ber xwe didin, me û axa me diparêzin. Em ê heta dawiyê li pişt hêza xwe bin û heta girtina zarokên xwe li ser piya bin.”