Li Curnê Reş piştî 45 salan şaredarî bû ya gel

Li Curnê Reş ku hilbijartin di 2’ê Hezîranê de hate dûbarekirin, hevşaredarên DEM Partî ku qezenc kirin, mazbataya xwe girtin. Hevşaredar piştî meşek girseyî bi gel re berê xwe dan şaredariyê.

Navenda Nûçeyan- Piştî îtirazkirina hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê, li navçeya Curnê Reş ya Rihayê ku 27 hezar û 686 hibêjêr lê hene, di 2’ê hezîranê de dûbare hilbijartin hate kirin. Di hilbijartinê de namzetên Partiya Wekhevî û Demoqrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş qezenc kirin.

Piştî encam fermî bû, îro hevşaredarên şaredariyê mazbataya xwe wergirtin. Hevşaredar heta avahiya şaredariyê bi gel re meşek girseyî li darxistin û bi hevre ketin avahiya şaredariyê.

‘Em mazbatayê diyarî gelê li Colemêrgê di nava têkoşînê dene dikin’

Garîp Yeşîl li ber avahiya şaredariyê daxuyanî da û sipasiya jin û ciwanan kir û wiha got: “Ên ku bi me re di rê de meşiyan, piştgiriya xebatên me kirin, hemû kesên ku berdaqek av daye me, em sipasiyê weke deynekê dibînin. Ev nêzî 5 mehane em di nava xebatên hibijartinê dene. Di 31’ê adarê de îradeya me tune hate hesibandin, me carek din îradeya xwe qezenc kir. Gelê Curnê Reş xwedî li îradeya xwe derket. Em vê mazbatayê diyarî gelê li Colemêrgê di nava têkoşînê dene dikin. Heta dawiyê emê bi wan re di nava piştevaniyê debin. Heta em şaredariya Colemêrgê negrin emê li gel wan bin.”