Li Cizîrê 10 zarok hatin binçavkirin!
Li Cizîrê di serdegirtina malan de 10 zarokên ji 18 salî biçûktir hatin binçavkirin. Zarok li Midûriyetê tên girtin.
Şirnex- Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê demjimerên sibehê di serdegirtina malan de 10 zarok hatin binçavkirin. Yahya Ustek (16), Yusuf Tok Yaş (15), Abdullah Bayar (20) û 7 kesên ku navê wan nehat zanîn hatine binçavkirin. Hat zanîn ku kesên bi hinceta “kevir avêtine” hatine binçavkirin birine Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.