Li Rihayê jinek hat qetilkirin

Li navçeya Wêranşarê dayika zarokek Hulya Elkoç ji aliyê Mehmet Aslan ê biryara durxistine girtibû, roja dawîbûna biryarê hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li navçeya Wêranşar a Rihayê dayîka zarokekî Hulya Elkoç a 42 sali ji aliyê Mehmet Aslan ê ku beriya salek biryara durxistinê girtibû, hat qetilkirin. Hulya Elkoç a roja biryara durxistinê bi dawî bû li mala xwe bi çekê giranî birîndar bû, li Nexweşxaneya Dewletê ya Wêranşarê ya hat rakirin n jiyana xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku kiryar Mehmet Aslan jî piştî bûyerê hatiye binçavkirin.

Hate hînbûn ku Mehmet Aslan û Hulya Elkoç bêyî zewaca fermî zewicandibûne û zarokek wan a 4 salî hebûye.