Li Cezayîrê Roja Cîhanî ya Zarokan hat pîrozkirin

Berpirsa ofîsa dewletê ta Komeleya Niştimanê ya Ciwanên Xwebexş Nada Hamadî, teqez kir ku pêdiviya zarokan bi rahênan û atolyeyên taybet heye da ku ew ji tundutujiyê bi hemû awayên wê bên parastin.

NECWA RAHIM

Cezayîr- Bi boneya Roja Cîhanî ya Zarokan li Cezayîrê ku dikeve 1’ê Hezîranê, Komeleya Yekitiya Ciwanên Xwebexş, ofîsa Constantine, duh roja 31’ê Gulanê, şahiyek li Navenda Çandî ya Fransayê li dar xist.

Di çarçoveya çalakiyê de, Berpirsa ofîsa dewletê di Komeleya Niştimanê ya Ciwanên Xwebexş Nada Hamadî got: "Me ev çalakî bi helkefta Roja Cîhanî ya Zarokan li Cezayîrê organîze kir, bi destpêkirina bernameyeke cihêreng ji bo zarokên ji 9 heya panzdeh salî da ku li ser mafên zarokan li welat haydar bin û li ser mijarên çewisandin û tundutujiya cinsî li dijî wan hişyar bin."

Der barê rewşa zarokan de atolye hatin lidarxistin

Der barê bernameya însiyatîfê de, Nada Hamadî diyar kir ku ew ji du beşan pêk tê. Dema sibehê di navbera atolyeyên xêzkirin û rengînkirinê û lîstikên jîrbûnê yên zarokan de hat veqetandin, dema êvarê jî pêşwaziya çalakvan û aktorên civaka sivîl, berpirsên baxçeyê zarokan û malbatên wan hat kirin. Ev yek ji bo ku li ser rewşa mafên zarokan li Cezayîrê li gorî rewşa qanûnî ya li Fransa û Kanadayê nîqaş bê kirin.

Yasmîn Ben Askar bal kişand ku ev bername di çarçoveya nasandin û hişyarkirina tundutujiya zayendî ya li dijî zarokan de û ji bo parastin û pêşxistina zarok ji destdirêjiyê û her cure tundutujiya zayendî li tax û kolanan tê lidarxistin.

Hêjayî gotinê ye ku li gorî amarên Tora Cezayîrê ya parastina zarokan "Nada" zêdetirî deh haletên destavêtinê li dijî zarokên temenê wan di navbera pênc û çardeh salî de hatine tomarkirin ji destpêka îsal ve, digel nebûna amarên fermî yên dezgehên ewlekarî û emniyeta Cezayîrê.