‘Çavkaniya tundiyê ne kes e şert û mercên civakî ne’

Êrîş û bûyerên tundiyê ku li dibistanan çêdibin, nîşan didin pirsgirêk tenê nabe şexsî were ravekirin. Civaknas Omur Çiftçî, balê dikşîne ser şert û mercên ku tundiyê ava dikin, bandora medyayê û kêmasiya mekanîzmayên pêşîlêgirtinê.

MEMÎHAN HILBÎN ZEYDAN

Wan – Her roj bi dayîna nûçeyên tundiyê, tê xwestin êdî ev yek veguhere parçeyek ji jiyana civakî. Êrîşên ku li dibistanan mamoste û xwendekaran çêdibin, bûyerên ku zarok amûrên birînê yan jî çekan bi kar tînin, tundiya li dijî jinan û zêdebûna belavbûna êrîşkariyê ya di nava ciwanan de nîşan didin ku ev pirsgirêk tenê bi hêrsa takekesî yan jî niyeta sûc nayê ravekirin. Li cihên ji bo perwerdeyê divê  zarok xwe di ewlehiyê hîs bikin û bi hêvî li pêşerojê binerin; niha bi tundiyê dikevin rojevê. Ev rewşa ku di van rojên dawî de zêde dibe fikarên cidî yên civakî bi xwe re tîne.

Îstatîstîk roj bi roj zêde dibin

Daneyên ji Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî nîşan didin ku êrîşên ji aliyê zarokan ve tên kirin zêde bûne. Hejmara bûyerên ku di 2015’an de ji aliyê zarokan ve tên kirin, di sala 2024’an de gihîşt 203 hezar, der barê şert û mercên ku zarok tê de mezin dibin, pirsên çawaniya destpêkirina tundiyê û asta xwegihandina zarokên di bin rîskê de ne ji nû ve tîne rojevê.

Helwesta medyayê

Lêgerîna sedemên tundiyê tenê di tevgerên kesê sûcdar de, dibe sedem ku şert û mercên civakî yên zarok û ciwanan ber bi vê rewşê ve dibin, bên paşguhkirin. Xizanî, bêewlehiya aborî, tundiya nava malê, zordestiya ji aliyê zarokên di heman temenî ve, dûrxistina ji civakê, bikaranîna madeyên hişbir, fikarên der barê paşerojê de û naverokên ku di hawirdorên dîjîtal de rastî wan tên, wekî pirsgirêkên ku hev ava dikin, derdikevin pêşiya me.

Şêwaza ku tundî di medyayê de tê pêşkêşkirin jî aliyekî din ê girîng ê vê nîqaşê ye. Ragihandina êrîşan bi şêwaza sansasyonel, her dem di rojevê de hiştina êrîşkaran û nirxandina bûyeran tenê li gorî encamên wan, dikare sedemên bingehîn ên tundiyê bi paş bixe.

Gelo zêdebûna tundiyê çawa tê nirxandin?

Divê bûyerên tundiyê yên li Wanê tên jiyîn, di çarçoveya bêewlehiya aborî, newekheviyên civakî û awayê xebata mekanîzmayên giştî de bên nirxandin. Li şûna ku zarok, jin û kesên ketine nava sûc, tenê li gorî bûyerên ku qewimîne bên darizandin, pêwîst e ew şert û mercên wan anîne vê astê û bandora saziyên ku ji pêşîlêgirtina tundiyê berpirsiyar in, bi hûrgilî bên lêkolînkirin. Civaknas û cîgira Seroka Komeleya Jinan a Starê Omur Çiftçî, zêdebûna tundiyê, bandora medyayê û rola mekanîzmayên pêşîlêgirtinê nirxand û bal kişand ku berpirsiyariya van bûyeran tenê nabe li ser milên kes bimîne.

‘Atmosfera tundiyê her diçe zêdetir dibe’

Omur Çiftçî, diyar kir ku êrîşên li dibistanan ne diyardeyeke nû ye, ji ber medyaya dîjîtal û leza belavbûna nûçeyan, ev êrîş zêdetir dibin. Omur Çiftçî, wiha got: “Lê belê pirsgirêk tenê bi derketina pêş a van nûçeyan nayê ravekirin. Divê em her wiha behsa asayîbûna tundiyê, şert û mercên ku zarok tê de mezin dibin û kêmasiya mekanîzmayên pêşîlêgirtinê jî bikin. Her çendî medya ne tenê sedema belavbûna tundiyê be jî mixabin bandoreke wê ya mezin heye. Ger kesên tundiyê dikin her dem li ber çavan bin û bûyer bi awayekî sansasyonel bên pêşkêşkirin, dibe ku tundî ji bo balkişandinê wekî riyek bê dîtin. Divê rojnamegerî, li şûna ku bibe sedema zêdebûn û teşwîqkirina tundiyê, balê bikşîne ser nîqaşkirina sedem û encamên wê.”

‘Pirsgirêka bingehîn tunebûna mekanîzmayên pêşîlêgirtinê ye’

Omur Çiftçî, da zanîn ku gelek sedemên dibin sedema tundiyê hene û anî ziman ku faktorên wekî xizanî, tundiya nava malê, zordestiya ji aliyê hevtemenan ve, dûrxistina ji civakê, bikaranîna madeyên hişbir û fikarên der barê paşerojê de bi xwe re vê rewşê tînin. Omur Çiftçî, axaftina xwe wiha domand: “Pirsa rast ew e beriya derketina van rîskan, mekanîzmayên pêşîlêgirtinê çiqas bi bandor dixebitin? Her wiha pirsgirêka din jî ew in ku gava ev rîsk derketin holê, pergalên piştgiriya civakî û derûnî çiqas dikarin di wextê xwe de bigihîjin zarokan. Zarok ji nirx û tevgerên civaka ku tê de dijîn, ne cuda ne. Li hawirdoreke ku tundî weke nîşaneya hêzê tê dîtin, cudahî bi xwe re dûrxistinê tînin û pirsgirêk bi riya tundiyê tên çareserkirin, bêguman bandor li ser zarokan çêdibe. Lewma naber mirov hemû berpirsiyariyan bide ser milên zarokan. Divê were zanîn ku ev yek ji ber paşguhkirina berpirsiyariya me ya civakî û kolektîf e.”

Rêbaza derbirîna hêrsê

Omur Çiftçî, tekez kir ku perwerde, dadmendî û mekanîzmayên parastina civakî û zarokan divê bi hev re bên nirxandin û wiha got: “Gelo dema zarokek dest ji dibistanê berdide rastî tundiyê tê yan jî di bin xetera tevlîbûna çalakiyên sûc de ye, saziyên têkildar çiqas zû destwerdanê dikin? Ger pergal tenê piştî pêkhatina sûcekî bikeve tevgerê divê em polîtîkayên xwe yên pêşîlêgirtinê ji nû ve binirxînin. Lê em dibînin ku piştî pêkhatina sûc jî ev mekanîzma ne li gorî pêwîstiyê dixebitin. Faktorên wekî hewcedariya girêdanê, dûrxistina ji civakê, rûbirûbûna tundiyê, newekheviya aborî û naverokên ku di medyaya dîjîtal de zarok bi wan re rûbirû dimînin, hemû dibin sedema zêdebûna tundiyê. Dibe ku hinek zarok şert û mercên ku hêrsa xwe û hestên xwe yên bêçaretiyê derbirînin, nabînin.”

Li Wanê sedemên zêdebûna tundiyê

Omur Çiftçî, diyar kir ku divê li zarokan ne li gorî sûcên kirine, li gorî şert û mercên ku wan anîne wê astê bê nêrîn û destnîşan kir ku bi taybetî li Wanê bûyerên tundiyê ji bêewlehiya aborî, newekheviya civakî û awayê xebata mekanîzmayên giştî çêdibe. Omur Çiftçî, wiha axivî: “Lê belê tesbîtkirina sedemên bingehîn ên zêdebûna tundiyê, daneyên pêbawer û analîzên berfireh dixwaze. Lêkolînên bi bandor û hesabpirsîn, bi taybetî di bûyerên mirina gumanbar a jinan gelek girîng e. Her wiha divê têkoşîna li dijî madeyên hişbir, tenê bi operasyonên polîsan nayên sînordarkirin. Divê girîngiyeke zêdetir bidin peydakirina derfetên civakî ji bo ciwanan û xurtkirina xebatên rehabîlîtasyonê, însiyatîfên pêşîlêgirtinê. Ger li vî bajarrî yan jî li bajarekî din tundî zêde dibe divê em ne tenê kesan her wiha saziyên ku berpirsiyariya wan a pêşîlêgirtina tundiyê heye jî lêpirsîn bikin.”

Omur Çiftçî, di dawiya axaftina xwe de da zanîn li şûna nîqaşên li ser zarok, jin an kesên ku tevlî sûc bûne, pêwîst e mirov li wan şert û mercên ku dibin sedema derketina tundiyê û domandina wê, lêpirsîn bike.