Li Amedê Rojên Fîlmên Ekolojiyê destpê kir
Rojên Fîlmên Ekolojiyê yên bi piştevaniya Komaleya Ekolojiyê di navbera dîrokên 6-8’ê Gulanê tê sazkirin, duho êvarê destpê kir.
Amed – Ji bo bal lê kişandina pirsgirêkên jingeh û aloziya awhewayê bi piştevaniya Komaleya Ekolojiyê li Amedê Rojên Fîlmên Ekolojiyê destpê kir. Di çarçoveya Rojên Fîlmên Ekolojiyê de yekemîn fîlm duho hatin temaşekirin. Rojên Fîlmên Ekolojiyê li Navenda Hûnerê ya Mordemê hat pêkanîn û gelek welatî beşdarî xebatê bûn.
Di roja yekemîn a Rojên Fîlmên Ekolojiyê de fîlma ‘Kevir û Av’ ya derhênêr Nalîn Acar û ‘Dîroka Mirina Avê’ ya derhênêr Alî Erguş hat temaşekirin.
Fîlmên li ser Heskîfê hat temaşekirin
Beriya temaşekirina fîlman çalakvana Komaleya ekolojiyê Bîsar Îçlî axivî û wiha got: “Jiyana me bi texrîbatan ve tijî ye, ji bo tinekirina hişê me şerên pir cidî tên meşandin. Bi armanca bal lê kişandina van mijaran me çalakiyek fîlman a ku dê sê rojan berdewam bike saz kir. Ez hêvîdar im ku wê pir xweş derbas bibe. Ji bo hevalên me yên derhênêr ên piştevaniya me kirin gelek spas”.
Piştî axiftina Bîsar Îçlî, ji bo bal lê kişandina rewşa Heskîfê dû fîlm hatin temaşekirin û gotubêj hat kirin. Derhênêrên fîlman pirsa temaşevanan bibersivand.
Di dawiya pirs û bersivdanê de Bîşar Îçlî ji bo Hevdîtina Ekolojî ya li Hamama Deva ya ku dê 22’yê Gulanê bê lidarxistin banga beşdarbûnê kir.
Rojên Fîlmên Ekolojiyê dê îro bi fîlmên ‘Tovê Xirab’ a derhênêr Ethem Ozguven, ‘Aşevciyan, Xewn û Giya’ a derhênêr Zelal Adak berdewam bike.