Li Amedê bekçiyek, jinek bi giranî birîndar kir

Ahmet Y. yê ku hat hînbûn li Hênêya Amedê bekçî ye, jina bi navê R.Y ku pê re zewicîbû û dayika 3 zarokan bû bi çekê birîndar kir. Hat hînbûn ku jin tevahî pêvajoya zewaca xwe de rastî tundiyê hatiye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed - Li navçeya Hênêya Amedê jina bi navê R.Y. ji aliyê mêrê bi navê Ahmet Y. ku hat hînbûn bekçî ye, rastî êrîşa bi çek hat.

Di bûyera duh êvarê qewimî de Ahmet Y. hevjîna xwe R.Y ku bi wê re nîqaş dikir, bi çekê ji serê wê bi giranî birîndar kir. Hat hînbûn Ahmet Y ê ku piştî bûyerê ji malê reviyaye winda bûye, hat hînbûn ku R.Y ya ku rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Amedê xetera jiyana wê ye û rakirin beşa lênêrînê ya giran.

Gefa kuştinê li dayik û bavê R.Y xwar

Li gorî agahiyên ku ji xizmên dayika 3 zarokan R.Y hatin girtin, hat hînbûn ku R.Y di tevahiya zewaca xwe de rastî tundiya sîstematîk hatiye û her dem gefa kuştinê lê hatiye xwarin. Hat diyarkirin ku dema tedawiya jina bi giranî birîndar bû berdewam dike, bekçiyê firar Ahmet Y. dayik û bavê wê gefa kuştinê xwariye.