Li Afrîkaya Navîn şewba Ebolayê bi awayekî lez belav dibe

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) piştî belavbûna bilez a vîrusa Ebolayê li herêmê li Komara Demokratîk a Kongoyê û Ugandayê hişyarî kir.

Navenda Nûçeyan – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku belavbûna bilez a Ebolayê li Komara Demokratîk a Kongo û Ugandayê bûye ‘rewşeke awarte ya tenduristiyê ya navneteweyî’ Heta niha, 88 kesan jiyana xwe ji dest dane û bi sedan bûyerên gumanbar hatine tesbîtkirin.

WHO’yê îro daxuyaniyek da got ku şewb hê jî negihîştiye asta pandemiya gerdûnî lê gefek cidî ji bo herêmî çêdike.

Li gorî daneyên ku duh ji aliyê Navendên Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan ên Afrîkayê ve hatine weşandin, heta niha 88 kes ji ber şewba Ebolayê li herdu welatan mirine. Wekî din, 336 bûyerên gumanbar hatine ragihandin.

Li Ugandayê jî bûyeran dest pê kirine, nexweşek ku ji Komara Demokratîk a Kongoyê hatiye jiyana xwe ji dest daye. Vê rewşê fikarên li ser belavbûna vîrusê li ser sînor zêde kiriye.

Hat gotin ku pevçûnên çekdarî yên berdewam, nemaze li rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê, kontrolkirina şewbê dijwar dike. Tîmên tenduristiyê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê nikarin bigihîjin gelek deveran.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê bang li welatên cîran kir ku kontrolên tenduristiyê li deriyên sînor zêde bikin û planên awarte çalak bikin.