Sedsaliya Qamişloyê bi komxebateke hunerî tê pîrozkirin

Bi boneya sedsaliya damezirandina bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, Komîna Şêwekarî ya Kantona Cizîrê komxebateke hunerî bi diruşmeya "Ji bo Qamişlo… Sed sal jiyan û em berdewam dikin bi afirandin û berxwedanê" li dar xist.

Qamişlo – Di ser damezirandina bajarê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê re sed sal derbas dibe. Lê hê jî bajar di nav tax, kolan û rûyên xelkê xwe de çîrokên nifşên li pey hev hildigire. Sedsaliya Qamişloyê ne tenê pîrozbahiyeke derbasbûna demê ye, lê belê, fersendek e ku mirov ji nû ve bîranîna bajarekî ku ji hêla cihêrengiya gelê wê, hûrguliyên jiyana wan a rojane û bûyer û veguherînên ku şopa xwe li ser dîroka wê hiştine ve hatiye şekilkirin, binirxîne.

Ji destpêka xwe ve, Qamişlo cihekî ji bo jiyan, xebat û kombûnê bûye. Bi salan e xelkê wê nasnameya xwe ya bêhempa ava kiriye û ew kiriye bajarekî ku her dem di bîranînên niştecihên xwe de heye; çi ew li wir bijîn an jî wêneya wê bi xwe re bibin welatên dûr.

Ji ber vê yekê û bi boneya sedsaliya damezirandina bajarê Qamişloyê, Komîna Şêwekarî ya Kantona Cizîrê, di bin diruşmeya "Ji bo Qamişlo… Sed sal jiyan û em berdewam dikin bi afirandin û berxwedanê" de komxebatek hunerî li dar xist. Komxebat li parka giştî ya bajarê Qamişloyê tê lidarxistin, ji 15’ê Tebaxê dest pê dike û wê di 20’ê Tebaxê de bi dawî bibe.

‘Dîroka bajarê Qamişloyê bi xêz û rengên cuda cuda tê bîranîn’

Têkildarî komxebatê, Hevseroka Komîna Wênexêziyê Solîn Osê axivî û wiha got: “Bi boneya sedsaliya damezirandina bajarê Qamişloyê ev komxebat tê lidarxistin. Armanc ew bû ku dîroka bajarê Qamişloyê bi folkloreke Kurdî, deng, hest, xêz û rengên cuda cuda were bîranîn. Her wiha 15 kes beşdarî komxebatê dibin û her hunermendek wê tabloyeke cuda xêz bike.”

‘Em xwedî çand û dîrokeke kevnar in’

Her wiha Solîn tekez kir ku komxebatên hunerî girîng in û wiha pê de çû: “Ya girîng ew e ku em careke din vê dîroka tijî çand û bûyer di nava dilê xwe de hembêz bikin. Di riya hunerê de em ê ji cîhanê re nîşan bidin ku em xwedî çand û dîrokeke kevnar in.”

‘Her hunermendek wê bîranîneke dîrokî di riya tabloya xwe de diyar bike’

Solîn anî ziman ku di vê komxebatê de wê gelek mamoste li hev bicivin û axaftina xwe wiha qedand: “Wê gelek mamoste li vê komxebatê bi kombûna xwe atmosfêreke xweşik ava bikin. Wê her yek tiştekî cuda xêz bike û ji çanda çav a hunerî re were pêşkêşkirin. Her wiha her hunermendek wê bîranîneke dîrokî di riya tabloya xwe de diyar bike.”