Li Afganistanê ji ber nexweşiyên şewbê 450 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, li Afganistanê di meha dawî de zêdetirî 450 kesan ji ber nexweşiya sorik û zikçûnê jiyana xwe ji dest dan. Şewb herî zêde bandorê li zarokan dike, têrnekirina xizmetên tenduristiyê jî mirinê zêdetir dike.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) di rapora nû ya weşand de, daneyên kesên ku li Afganistanê ji ber nexweşiyên şewbê jiyana xwe ji dest dane, eşkere kir. Li gorî rapora WHO’yê, li Afganistanê di meha dawî de ji ber şewbê zêdetirî 450 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Şewb zêdetir bandorê li zarokan dike
Di raporê de wiha hat gotin: "Li Afganistanê di meha dawî de zêdetirî 450 kesan ji ber nexweşiya sorik û zikçûnê jiyana xwe ji dest dan. Ji ber şewbê mirin berdewam dike, zêdetirî 300 nexweş jî tên dermankirin."
Xizmeta ji bo tenduristiyê kêm e
Li Afganistanê şewba koronayê û yên piştî wê zêde bûn û zarok bi taybetî ji bo sorikê û gelek nexweşiyên şewbê nayên derzîkirin. Tê diyarkirin ku sedema zêdebûna bûyeran kêmbûna saziyên tenduristiyê ye û li welat welatî nikarin ji navendên tenduristiyê sûdê bigrin.