Jinên Dêrazorê bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan

Jinên li Dêrazorê dijîn bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê Tirkiyeyê ve dan û bal kişandin ku civaka navneteweyî çavên xwe ji vê rewşê re girtiye ji ber vê jî divê gel bi dengek bilind bertekên xwe bîne ziman.

ZEYNEB XILÊF

Dêrazor – Çekên kîmyewî, li ser mirovan hem di warê fizîkî de hem jî derûnî de texrîbatên mezin çêdike. Ev çek bi taybetmendiyên madeyên bi jehrî hatiye hilberandin. Ji ber ku madeyên kîmyewî zindî nîn in zêde nabin, ji mirovan an jî zindiyan nagihîje hev lê ji ber madeyên kîmyewî yên di nava xwe de li ser mirov û xwezayê texrîbatên mezin çêdikin.

Li ser jin û zarokan bandorek pir xirab çêdike

Dewleta tirk, di êrîşên xwe yên li ser Efrîn û Serêkaniyê de çekên kîmyewî bi kar anî. Ji ber van çekan herî zêde jin û zarok bi bandor bûn. Tirkiye, bi bikaranîna çekên kîmyewî zagon û peymanên navneteweyî nas nake. Jinên li Dêrazorê dijîn bertek nîşanî bikaranîna çekên kîmyewî dan.

‘Civaka navneteweyî çavên xwe digre’

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrazorê Rene Xetat, got ku civaka navneteweyî çavên xwe ji bikaranînan çekên kîmyewî re girtiye û got: “Hêzên Parastina Gel, planên dagirkeriya tirk vala derxistin. Ji ber ku dewleta tirk têk çû serî li çekên kîmyewî da. Divê gel têkoşîna xwe bilind bikin. Ji bo êrîşên dewleta tirk werin têkbirin divê gel piştgirî bide Hêzên Parastina Gel.

‘Divê her kes bertek nîşan bide’

Ji Komîteya Perwerdeyê ya Koma Jinên Zenobiyayê Sibe Dele jî diyar kir ku pergala cîhanê xirab bûye û wiha axivî: “Hêzên gerîla, ji bo wekheviya gelan têdikoşin. Ji bo azadî û aramiya li herêmê tenê ew têdikoşin. Li dijî wan çekên kîmyewî yên ku mafên mirovan binpê dikin û xwezayê texrîb dikin tên bikaranîn. Divê her kes li dijî bijaranîna çekên kîmyewî derkeve.”