‘Kobanê ji bo hemû gelên cîhanê roleke girîng lîst’

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê bi boneya 8’emîn salvegera Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku piştî têkçûna DAIŞ’ê heya niha êrişên dewleta Tirk a li ser heremê didome.

Kobanê – Rêveberiya Xweser a Herema Firatê bi boneya Roja Cîhanî ya Kobanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniya ku bi amadebûna endam û xebatkarên Rêveberiya Xweser a Herema Firatê, Rêxistina Kongra Star a Herema Firatê, Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî li qada azadî ya Kobanê hat dayîn de berxwedana Kobanê ya ji bo tevahî gelên cîhanê bû çavkaniya hêz û îlhamê hat bibîr xistin.

Daxuyaniya ku ji aliyê Cîgira Desteya Jin Narîn Zade ve hat xwendin de hat ser ziman ku di 1’ê Mijdara 2014’an de hemu gelên cîhanê ji bo piştgirî û berxwedana kobanê bûn yek, bi milyonan gelê cîhanê xwpêşandanan lidarxistin.

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku Roja Cîhanî ya Kobanê di gihandina Şoreşa Jin de rolekê girîng lîstiye û wiha domand; “Bi vî rengî şoreşa Rojava xûrtir bû û di serkeftinên ku heta niha hatine bidestxistin de cih girt û ji bo gihandina têkoşîna gelê Kurd ji hemû hêzên şoreşger û demokratîk ên cîhanê re misyoneke dîrokî bi cih anî.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin;

“Piştî ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dora QSD’ê kom bûn û projeya xwe ya xweseriya demokratîk pejirand, ev yek bû sedema tirsê di nava faşîzma Tirk de û vê carê jî bi lez û bez dest bi êrişeke nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Bi armancgirtin û dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, hewl da ku tola têkçûna DAIŞ’ê hildin û rê li ber serkeftina her projeyek demokratîk li herêmê bigirin.

Berxwedana Kobanê dostaniya cîhanê ya bi Kurdan re xurtir kir û piştî vê berxwedan û serketinê ji bo ku bibin hevparê vê serkeftinê, gel berê xwe dan Kobanê û rastiya vê berxwedanê nas kirin. Vê serkeftinê rastiya pirsgirêk û bexwedana jinan, tevgera azadiya Kurdan bi cîhanê da naskirin.

Kobanê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên cîhanê roleke girîng lîst û ev berxwedanî û rihê wê hê jî didome. Bi vî rihî berxwedana li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî dewleta Tirk didome. Dagirkeriya ku bi çeteyên DAIŞ û Cebhet El Nusra re, ji bo tolhildana têkçûna DAIŞ’ê li ser destê QSD’ê pêk hat û berxwedana Serêkaniyê jî mînakeke din a rihê berxwedaniya Kobanê û li dijî neheqî û dagirkeriyê bû.

Ji ber vê yekê çawa ku Kobanê bi ser ket û bi berxwedana xwe hemû cîhan pê re bû yek, wê berxwedana rûmetê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi rihê Kobanê û bi hevgirtina cîhanî ya bi wê re, bi ser bikeve.”

Di daxuyaniyê de bal lê hat kişandin ku piştî têkbirina DAIŞ’ê êrişên dewleta Tirk a li ser heremê didomin û bi spaskirina hemu kesên ku piştgiriya Kobanê kirin bang li wan hat kirin ku di meşa azadî û demokrasiyê de piştgiriya xwe bidomînin.

Daxuyanî bi siloganên "Bijî berxwedana Kobanê" û "şehîd namirin" bi dawî bû.