Li Şengalê yekemîn 8’ê Adar: Serhildana jinên Êzidî

Rojnameger Jînda Asmen, li Şengala ku ji destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin, bû şahida yekemîn 8’ê Adarê. Di heman demê de behsa hevala xwe ya rojnameger Nûjiyan Erhan a di sala 2017’an de di encama êrîşa PDK’ê de jiyana xwe ji dest da kir.

DÎREN ENGÎZEK

Navenda Nûçeyan- Jinên li seranserê cîhanê, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi şêweyên cuda pêşwazî kirin. Jinên Kurdistanê ev roj wek rojeke berxwedanê li her derê bi şahî, meş, civîn û hevdîtinan pîroz kirin. Bi taybetî jinên Şengalê ev roj bi wateyek mezintir pîroz kirin. Piştî ku DAIŞ’ê di 3’ê Tebaxa 2014’an de êrîşê Şengalê kir, jiyana jinên li wir bi temamî guherî. Li erdnîgariyek ku bi hezaran jin û keçên Êzidî lê winda ne, jin bi felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' fêrî rêxistinbûnê bûn. Li Şengalê ji yekemîn pîrozkirina 8’ê Adarê û vir ve gelek tişt guherîn. Têkoşîna jinan mezin bû û gihîşt îro, jinên ku wan ji zilma DAIŞ’ê û ji feraseta mêr ê paşverû rizgar kirin, tu carî nehatin jibîrkirin.

Rojnameger Jînda Asmen, li Şengalê yekemîn pîrozbahiya 8’ê Adarê, hestên xwe, jin û têkoşîna li vê derê û rojnameger Nûjiyan Erhan a di sala 2017’an de ji aliyê pêşmergeyên Roj ên PDK’ê ve hat hedefgirtin û qetilkirin ji ajansa me re nirxand. Jînda Asmen, behsa yekemîn çûyina xwe ya Şengalê kir û wiha got: "Dema em destpêke hatin, erdnîgariya Şengalê mirov matmayî dima û nepeniyek wê ya cuda hebû. Ez di sala 2015'an de çûm Şengalê. Meha Nîsanê bû, em du heval çûn. Ez û şehîd Nûjiyan. We her dem Êzidiyan bihîstiye û lêkolîn kiriye lê dema dikevin hundirê wê û dijîn pir cuda ye. Rastiya wan pir cuda bû. Hûn zêdetir bi rastiyên wan re rû bi rû dibin, hîn baştir fêm dikin û hîs dikin, erdnîgarî jî wisa bû. Erdnîgariya Şengalê atmosfereke xweş ava dike. Dema min cara ewil Şengalê dît, pir jê hez kir. Erdnîgariya wê rasterast min kişand. Piştre me kesên ku ji fermanê reviyabûn û xwe spartibûn çiyayan dît. Gerîlayên YJA Star û HPG’ê yên ji bo parastina wan xwe feda kiribûn, wan bi mewzî kiribûn û gel xwe di hembêza çiya de diparast.”

'Min hem şahidî kir hem jî min xwest guhdarî bikim'

Jînda Asmen, bi bîr xist ku gel tevî hemû demsalan jî di konan de dijiya û wiha got: “Di xwezayê de jî şerek dan. Dema min destpêke dît, ferman nû çêbûbû, xemgînî û êşa qetlîaman pir zêde bû. Mirov nizanibû çi bike û çi neke. Lê ji kesên ku wan diparastin bawer dikirin. Bi baweriya çiyayên ku her dem ji bo Kurdan bûne stargeh û cihê jiyanê hatibûn. Gelê Şengalê, xwedî nêzîkatiyek bi têkoşîna li dijî demê re dikaribû her tiştî sererast bike bû. Her çiqas di destpêkê de ev yek ne zêde bû jî bi awayekî xwezayî her dem komkujiya ku çêbû, veguherî hestek, wan ditirsand, paşve dikişand û ber bi tunekirinê ve dehf dida. Lê gelê Êzidî bi vê têkoşînê re hem xemgînî hem êş lê di heman demê de kêfxweşiya berxwedan û ji nû ve afirandinê dijiya.”

Jînda Asmen, diyar kir ku her ku di vê atmosferê de bû şahid û qeanat aniye ku heqîqet rast bê gotin û wiha got: “Wek rojnamevan pêwîst bû em van heqîqetan rast bînin ziman. Rola rojnamegeriyê jî ev e. Guhdarkirin, şahidîkirin û hînbûna bûyerên ku di nav gel de tên jiyîn, hestek cuda bû. Her çiqas em roj bi roj ne li wir bûn jî û piştî çend meh çûn li wir jî ez dikarim bibêjim me fermanê rasterast dît. Dema tu wan guhdarî diki û parve dikî û dema bi wan re qîmeta tasek avê dibîmî, tu jî dijî. Atmosferek wisa ya Şengalê hebû. Lewma min got heta ku ez li vir bim, ez ê her tiştî bi rastiya wê binîm ziman. Bi taybetî êşên dihatin kişandin, di zarokan de çawa bûn, bi jinan re çawa bû, niha çawa dibe ev êş vediguherin hêzê. Min hem şahidî kir hem jî xwest pênase bikim.”

Jînda Asmen, nûçeya ewil a çêkirine û kêfxweşiya xwe bi van gotinan anî ziman: “Dema em hatin yekser me destpêkê nûçe kir, saetên ewil bûn. Nûçeya şivanek biçûk bû. Li Şengalê, dibistan tunebû. Ji bo zarokan konên biçûk hatin vekirin, li wir perwerde dihat dayîn. Xwişk û birayek şivantî dikirin. Ez û hevala Nûjiyan bi wan re ketin nava diyalogê nûçeya me ya destpêkê bû.

Li Çiyayê Şengalê cara yekem pîrozbahiya 8’ê Adarê...

Jînda Asmen, li Şengalê yekemîn pîrozkirina 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi gotinên; “Ew roj hestek serhildanê bû, serhildana jinên Êzidî bû" pênase kir û wiha got: “Ev ne tenê li dijî qetlîamên di fermanê de jiyan, ji her tiştê re serhildan bû. Li gorî min ew cejnek pênaseya berxwedanê bû. Dibe ku ji 129 jinên li Amerîkayê hatine şewitandin, zêdetir bû. Li dijî her tiştî berxwedanek mezin bû. Tu wiha hîs dikî. Min wan wek gavek xwe avakirinê dît. Ji ber ku hesta 8’ê Adarê wek serhildan bû.”

Jînda Asmen, tiştên di roja 8’ê Adara 2016’an de jiya, dît û hîs kir wiha pênase kir: “Rojek ku hemû jin hatibûn gel hev. Li Çiyayê Şengalê cara yekemîn hemû jin hatin cem hev. li Çiyayê Şengalê çend darên mezin hebûn, digotin ‘Dara Kavala’ û hemû kes li wir kom bûn. Rojeke ku zarok jî pir kêfxweş bûn. Xweza bi rastî jî pir kêfxweş bû, hem xweza û hem jî mirov. Weke ku gerdûn li wir gihîştibû tevahiyek.”

'Hem gel hem jî parêzvanên wan bi hev re meşiyan'

Jînda Asmen, hatina cem hev a jinên Êzidî yên piştî komkujî û zehmetiyan wek lêdana dilê gerdûnê nirxand û wiha got: “Ji Dara Kavala heta Çiyayê Şengalê, cihê meclisa Êzidiyan hatibû avakirin, jin heta vir meşiyan. Kortej hebûn. Hem gel û hem jî parêzvanên wan meşiyan. Du kortej hatibûn çêkirin, li aliyekî YJA Star û li aliyê din YJŞ’ê, di navê de jî gel dimeşiya. Zarok jî hebûn. Di destê wan de pankartên bi nivîsên 8'ê Adarê hebûn. Nivîs û wêneyên der barê fermanê de hebûn. Wêneyek hem êş û hem jî kêfxweşî bû. Hem jî pêvajoyên li Bakurê Kurdistanê berxwedana xwerêveberiyê bû. Beriya niha her çiqas pir ne bi zanebûn bû jî 8'ê Adarê li hinek cihan dihat pîrozkirin. Lê 8’ê Adarek ewqas bi rêxistin û hişmendî pêk nehatibû. Em dikarin vê yekê wiha binirxînin: Pergala ku li ser Êzidiyan hatibû afirandin destûr nedayê. Ji ber ku dizanibûn wê bihêztir bibin.”

'Li dijî pergalê, pergala mêr û zilmê serhildan bû...'

Jînda Asmen, diyar kir ku li Şengalê polîtîkayên hikûmeta Iraqê û bi taybetî zextên li dijî bihêzbûna jinan dihatin meşandin û wiha got: “Di nava gelê Êzidî de, encamek zexta pergala mêrsalar a li ser jinan e. Ya rast bi zanebûna vê hişmendiyê 8’ê Adarê hat pîrozkirin. Rojek serhildana li dijî pergalê, pergala mêr, zilme û qetlîam, serhildana li dijî her tiştî bû. Ji Dara Kavala bi awayekî kortej meşiyan. Gelek dirûşm hatin berzkirin. Dirûşmên ‘Bijî Berxwedana YJŞ, YPS-Jin, ‘Bijî Serok Apo’ hatin berzkirin. Li wî çiyayê dirûşmên 'Jin jiyan azadî' pir xweş deng vedida."

'Ya rast yekemîn 8'ê Adarê li çeperan hat pîrozkirin'

Jînda Asmen, bi bîr xist ku piştî meşan çalakiya moral hatiye lidarxistin û wiha got: “Çend hunermend derketin ser dikê. Kom û hunermendên ji Rojava hatibûn. Hunermend Bermal hatibû. Moralek xweş bû, tîmên folklorê hatibûn, skeç hatin çêkirin. Helbest hatin xwendin. Gel govend gerand. Hêzên leşkerî û gel bi hev re pîroz kirin û govend gerandin. Tevahiya rojê atmosfereke hebû, wêneyek wisa derket holê ku mirov dizanibû bi vê kêfxweşî û vê berxwedanê dikarin hemû tiştan bikin. Ev berxwedan di çeperan de pir xweş derketibû holê. Wekî ku min destpêkê diyar kir, her çend bi hêzek hevpar û mezin a rêxistinbûyî pîrozbahî nebe jî 8'ê Adarê li çeperan hat pîrozkirin. Li çeperên YJA-Starê hatibû pîrozkirin.”

Jînda Asmen, diyar kir ku çanda berxwedanê bi hebûna jinan bi pêş ketiye û hebûna xwe didomîne, da zanîn ku 8'ê Adarê encamek vê berxwedana jinan e û wiha got: "Li her welatek zextên jin dijîn hene û li dijî van zextan grev û çalakiyên jinan hene. Ev berxwedana hebûna jinan e. Li Şengalê her dem êrîş çêbûn."

‘Hevala Nûjiyan ji bo min berxwedaneke din e’

Jînda Asmen, diyar kir ku êrîş bênavber berdewam dikin û wiha got: “Di van êrişan de jin her dem li ber xwe didin. Gelek kes şehîd ketin û bedel hatin dayîn. Lê jiyana bi berxwedan hat avakirin. Ji bo pêşerojê, ji bo wê kêliyê, me weke Kurd jiyana bi berxwedan ava kir. Di nava vê yekê de destgirtina hevala Nûjiyan ji bo min berxwedaneke din e. Weke navê xwe, bi berxwedanê re avakirina jiyana nû ye.”

Jînda Asmen, da zanîn ku Nûjiyan Erhan li Şengalê berxwedaneke mezin nîşan daye û wiha got: “Vê yekê bi kameraya xwe û bi keda xwe re kir. Vê yekê di şerê li çeperan de kir. Her dem di nava gel de bû. Bi gelê Êzidî re bû yek. Bû jineke şoreşger a Kurd û berxwedanek mezin nîşan da. Ev ji bo wê xetek bû. Ev xeteke şoreşgerî bû. Bi wê re jiya. Riya azadiyê hilbijart û hevala Nûjiyan xwe afirand. Ez dikarim bibêjim, heqê navê xwe da.”

'Li Şengalê zemîna çapemeniya jinan a azad ava kir'

Jînda Asmen, dema behsa Nûjiyan Erhan kir, diyar kir ku li Şengalê di şert û mercên zehmet ên şer de, rasterast di nava civaka Êzidî de di çapemeniya jinan de cih girtiye. Da zanîn ku jin di nava civaka Êzidî de girtî ne lewma di xebatên çapemeniyê de cih negirtine û wiha got: “Hevala Nûjiyan li Şengalê bingeha jinên azad ava afirand. Ev ne tiştekî hêsan bû. Di nava şert û mercên şer de ev yek qet ne hêsan bû. Afirandina wan û perwerdekirina wan jinên xiwan ên Êzidî, şoreşgerî û berxwedana hevala Nûjiyan bû. Şopa ku Nûjiyan li Şengalê hişt gelekî mezin e. Dema behsa Nûjiyan tê kirin, di nava ewqas zehmetiyan de rûyekî bi ken tê bîra mirov. Dîtina vê yekê pir girîng e. Nîşandana vê yekê pir girîng e. Ango her tişt bi gotinê pêk nayê. Hevala Nûjiyan yek ji pêkhateyên temamker ên berxwedana jinan e.

‘Divê Nûjiyan tenê weke rojnamegerek neyê dîtin’

Jînda Asmen, wiha got: “Ger hûn şopên ku hevala Nûjiyan li Şengalê hiştiye gav bi gav bibînin û bînin cem hev, jixwe hûn ê tiştên Nûjiyan afirandine bibînin. Ez vê yekê ji aliyê hevala Nûjiyan ve dibêjim. Gelek hevalên weke wê her yek ji wan şax û pela darek bûn. Wekî ku her yek ji wan vê darê xemilandin. Vê darê şîn kirin. Li Şengalê jî wisa bû. Divê Nûjiyan tenê weke rojnamegerek neyê dîtin, weke jineke Kurd a şoreşger bê dîtin. Li çeperan şer kir, ji çiyayên Kurdistanê hat Şengalê. Xwest li cihê şer be. Dixwest rastiyan bîne ziman. Herî zêde dixwest jinan bîne ziman. Di nava şer de cihgirtin, riyeke afirandina xwe bû. Ji bo jinên Kurd rê û rêbazek bû. Ji bo hevala Nûjiyan jî heman tişt bû.”

'Her jin xwediyê berxwedana xwe ye’

Jînda Asmen, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di 3’ê Adara 2017’an de di encama êrîşa PDK’ê de birîndar bû û piştre şehîd bû lê hevala Nûjiyan ji mirinê jî neditirsiya, her kêlî dibû ku her tişt çêbibe, di hişmendiya vê yekê de bû. Tirs parçeyek ji mirovan e û bi vê hişmendiyê berxwedan xurtir dibe. Nûjiyan Erhan ji bo rastiya êrîşa PDK'ê ya di berdewamiya fermana 3'ê Adara 2017'an de pêk hat bîne ziman, çûbû wê derê. Ev ji bo me êşek mezin bû. Li wir gelek şervanan jiyana xwe ji dest dan. Her yekê ji wan di şerê Xanesor û Sinûnê de ji bo parastina hebûn û axa cihê xwe girtin. Ji bo pêşerojê li wir bûn. Lewre şervanên jin ên li wir şehîd ketin û hevala Nûjiyan her dem bûn pêşengên berxwedanê. Di vê wateyê de pêşengiyê jî ava kirin. Her jinek li Şengalê pêşeng e. Her jin xwediyê berxwedana xwe ye."

‘Bû jineke efsûnî’

Jînda, diyar kir ku Nûjiyan Erhan bi pênûs û kameraya xwe xwedî li berxwedanê derketiye û mezin kiriye û wiha got: “Di nava şer de û di her kêliya jiyanê de hewl dida vê bike. Di berxwedana Şengalê de bû jineke efsûnî. Di dîroka Êzidiyan de gelek jinên berxwedêr hene. Sitiya Nasrayan hene, Meyanan hene. Ev taybetmendî, ji jinan derbasî jinan dibe. Jin bi berxwedana li gerdûnê re hevgirtî ne lewre her jin li ku dibe bila bibe dikare berxwedana xwe bide jiyîn. Nûjiyan jî yek ji wan jinên ku rêxistinbûyînê hilbijart e; di rastiya xwe de Nûjiyan li Şengalê wek berdewamiya wan jinên berxwedêr Nasrayan û Meyanan ku me di dîroka Êzidiyan de her dem navê wan bihîstiye, hebûna xwe ava kir. Ew jî wek wan bû. Wê jî weke wan di nava jiyanê de cihê xwe girt û şopa xwe hişt. Hevala Nûjiyan mîrateya ku ji wan girt, domand. Ji bo gelê Êzidî jî hevala Nûjiyan wisa bû, careke din xwedî li dîroka xwe derketin. Ev pir girîng e, ji ber ku xwedîderketina dîroka xwe, tê wateya xwedîderketina hebûna xwe. Ev jî yek ji gavên girîng ên berxwedanê bû.”

'8'ê Adarê ji bo me mîrateyek e'

Jînda Asmen, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi jinên berxwedêr ên Şengalê û 8’ê Adarê ya jinên berxwedêr re, jiyana nû ava bû. Gelek aliyên kêm hene. Ev dê bi berxwedan û têkoşînê temam bibin. Ji bo ku her gav baştir bimeşin. 8'ê Adarê ji bo me mîrateyek e. Mîrateya berxwedanê erka her jinê ye ku vê berxwedanê bi hişmendî bike, bi pêş bixe û jiyana rêxistinkirî ava bike. Ev têkoşîn wê her dem hebe. Weke Nûjiyanan em ê jî her dem tekoşîna vê yekê bidin.”

‘Bi berxwedana jinan ber bi pêşerojeke azad ve’

Jînda Asmen, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bi boneya 8’ê Adarê hemû jinên berxwedêr bi rêzdarî bi bîr tînim. Divê hemû jinên berxwedêr û yên ku ji bo berxwedanê wêrekî nîşan nadin, li sehneyek kom bikin ji bo ji hev hînî wêrekiyê bibin. Ev wêrekî bi jinan re heye. Pêwîstî bi gavek heye. Berdêl çi dibe bila bibe, pêwîstî bi wêrekiyê heye. Her ku hûn pêk bînin û her çiqas vê wêrektiye bi dest bixin, hûn ê zêdetir hebûna xwe ava bikin û hûn ê zêdetir tirsa xwe bişkînin. Ji bo vê divê em hemû rabin ser piyan û bimeşin. Ji bo me Kurdan çiya war in û star in divê riya me çiya be. Divê çiya mekanên berxwedanê bin. Herî dawî ez dibêjim, bi çiyayên azad re ber bi jiyana azad û bi berxwedana jinan re ber bi pêşeroja azad ve.”