Li Şehbayê pîrozbahiya cejna Çarşema Serê Nîsanê
Yekîtiya Êzidiyan a herêma Efrînê li kantona Şehbayê cejna Çarşema Serê Nîsanê bi coşek mezin pîroz kir.
Şehba- Bi hatina cejna Çarşema Serê Nîsanê ango Çaşrema Sor re Yekîtiya Êzidiyan a herêma Efrînê bi dirûşma “Bi rihê şehîdên azadiyê em ê cejna Çarşema Sor bidinjîn û dagirkeriyê têk bibin” li dar xistin. Di şahiyê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser her wiha şêniyên Efrîn û Şehbayê amade bûn. Şahî li qada gundê Meratê ya girêdayî navçeya Ehdes a kantona Şehbayê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Rêvebera TEV-DEM’ê Gulê Cafer li ser giringî û wateya cejan Çarşema Sor axivî. Piştre Rêveberiya Yekîtiya Êzidiyên a herêma Efrînê Ayşe Sîdo axivî.
Ayşe Sîdo cejna Çarşema Sor li hemû Kurdan û Kurdistanê kir û wiha got: “Ev 4 salin gelê Efrînê li kantona Şehbayê li berxwe didin. Civaka Êzidiyên ku 74 ferman li ser wan re derbas bûne û serê xwe netewandin e wê ji niha û şonde jî serî li ber ti dagirkeran netewîne. weke tê zanîn ola Êzidiyan ola yekemîne di dîroka mirovahiyê de. Em cejina Çarşema Sor li hemû Kurdistaniyan her wiha li Rêber Apo û pekrewanên azadiyê pîroz dikin. Ruxmî hemû ferman û êrîşên li ser civaka Êzidiyan me heya niha çand û ola xwe ji dagirkeriyê parastiye û em ê her dem biparêzin. Di vê cejna pîroz de em Kelha Şêx Bereket, Parse Xatun û Kelha Nebî Horî bi bîr tînin. Bi wêrankirina nirxên me yên pîroz di Efrîn û Şenglê de dixwazin nasnameya Êzidiyan tun e bikin lê tu carî em tun e nabin ji ber ola Êzidiyan bingehe û bingeh jî tu carî tun e nabe.”
Piştre duayên olî ji aliyê Şêx Zehridîn Hesen ve hate xwendin. Her wiha koma qewla roja Çarşema Sor a zarok û ciwanên Êzidî derketin dike.
Şahî bi gerandina dîlanê bi dawî bû.