Li Heleb û Şengalê cejina Çarşema Sor
Li Şengalê ruxmê êrîş û zexta artîşa hikumeta Iraqê ya li ser Şengalê jî civaka Êzidî bi riha berxwedanê cejna xwe ya herî pîroz cejna Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.
Şengal - Ji 18’ê mehê ve artêşa Iraqê dest bi êrîşên li ser Asayîşa Êzidxanê kiriye. Civaka Êzidî ruxmê van êrîşan jî bi israre ku rojên xwe yên giring pîroz bikin. Êzidî bi cil û bergên xwe yên resen li deriya Geliyê Kersê bi şahiyekî mezin cejin pîroz kirin. Ruxmî zext û dorpêçê jî gelek mîvanên ji dervayê Şengalê ji cihên weke Ewropa û Rusiyayê di şahiyê de amadebûn. Din a va mîvanên ku amadebûn de endam û berdevkên civaka Êzidî yên Ewropa, malbata Mem Beşîr û endamên Rêxistina Ciwanên Êzidî ya Ewropa jî hebûn. her wiha hunermend Hozan Xemdar, Hozan Herîman û Hozan Elend jî amadebûn. Dê Hozan Kawa jî li şahiyê amade bibûya lê belê ji ber zextên PDK’ê rê li ber hatina wî hate girtin. Şahî bi axaftina endamê Offica Siyasî ya Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidxanê (PADÊ) Silîman Hecî destpêkir.
“Em çiyayên xwe ji kesê re nahêlin”
Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî Kinê Xidir axivî û diyar kir ku tu hêz nikar vîn û baweriya civaka Êzidî bişkîne û wiha pêda çû: “Em vê cejna pîroz li her kesî pîroz dikin. Em li malbatên şehîdan û şervanên xwe pîroz dikin. Dijminên me tu car nikarin rê û resmên me tune bikin. Îradeya me nayê şikandin. Em weke çiyayên xwe li berxwedidin. Bila dijminên me baş bizanin ku îradeya me Tawûsê Melek û şehîdên me ne.”
Biştî axaftinan dik bi stranên Hozan Xemdar, Hozan Herîman, Hozan Elend û koma çiyayên Şengalê xemilî.
“Piştî 9 salan di roja cejnê de vegeriyan Şengalê”
Hozan Herîman ev cejin li civaka Êzidî pîroz kir û hestên xwe yên hatina Şengalê piştî 9 salan wiha anî ziman: “Em weke hunermand hêvî û daxweza me ji hemû jinên ciwan û ciwanên Êzidxanê ji bo parastina vê baweriyê de nav berxwedaniyê de bin. Em weke Êzidî tu car rê û resmên xwe naguherînin. Tu tiştek ji dervayî berxwedanê ji me re nemaye. Ez piştî 9 sala dîsa hatima Şengal bi coşekî mezin ez li her kesî pîroz dikim.”
“Em rojên xwe yên pîroz bi berxwedanê pêşwazî dikin”
Bêrîvan Şengal jî got: “Ev cejn cejna me ya herî pîroz e. Em îro li çiyayê Şengalê bi coşekî gelekî mezin ev cejna xwe pîroz dikin. Tu hêzekî nikare me ji çiyayên me qut bikin. Em ê her rojên xwe yên pîroz bi berxwedanê pêşwazî dikin.”
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.
Heleb
Li parka Efrînê ya taxa Şêx Meqsûd pîrozbahiya cejna Çarşema Serê Nîsanê. Piştî axaftinan koma Kulîlkên pêşerojê sirûda Êzidiyan pêşkêş kirin, her wiha Ehmedê Xanî û koma Hîlala Zêrîn stran gotin.
Şahî bi gerandina govendê bi dewî bû.”