Li Şehbayê meşa li dijî dagirkeriyê

Şêniyên Şehbayê li dijî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re meşiyan.

Şehba – Bi diruşmeya "Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çareseriya doza kurdî ye" Meclisa Malbetên Şehîdan û Înisiyatîfa Gel a Efrîn-Şehbayê li dijî êrişên dagirkeriyê yê dewleta Tirk li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re meşekî girseyî lidarxistin.

Di meşê de gel wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Meclisa Malbatên Şehîdan û pankertên bi nivîsên "Dem dema azadiyê ye","Bijî biratiya gelan bimire xiyanet" hatin hildan.

Meş ji çarxerêya gundê Kefer Garis a navçeya Ehdas Şehbayê heya pêşiya navenda Desteya Şaredariya Gel a li gundê Til Sûsin a navçeyê bi berzkirina dirûşmeyên şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re berdewam kir.

Piştî ku meş gihîşt pêşiya Desteya Şaredariya Gel daxuyanî hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê rêveberê Meclisa Malbetên Şehîda Efrîn-Şehba Hesen Berko ve hat dayîn. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

"Li aliyekî tecrida li ser Rêber Apo, êrîşên ser başûr û xiyaneta PDK'ê tên meşandin. Tecrîda herî giran li ser Rêber Apo û îxaneta PDK'ê em bi tundî şermezar dikin. Ji ber tirsa wan ji Rêber Apo heye lewra tecrîd giran dibe, lê Rêber Apo di fikir de azad e. Rûxmê girankirina tecrîdê gelê berxwedêr wê bi îradeya xwe vê tecrîdê bişkînin û diwarên îmraliyê hilweşînin. Rêber Apo ji ber li dij fikirê desthiladariyê têdikoşe bi komployek navnetewî hate revandin û dîlgirtin. Em tu carî mineta ji konseya navnetewî, ji dagirkeriya tirk û CPT'ê nakin gel wê bi îradeya xwe wê ev tecridê hilweşînin.

Dewleta tirk êrîşek berfireh biriye ser xaka başûrê Kurdistanê û şerê şervanên azadiyê dike. Lê tu carî Erdoxan bi rêya êrîşan dawî li gelê azadîxwaz nikare bîne û şervanên me bi dawî bike. Erdoxan li hember berxwedana gerîlayên azad bi hemû çekên xwe yên pêşketî têk çûye. PDK'ê bi îxaneta xwe li dijî gelê kurd tu car di dîrokê de nayê qebûlkirin û bi rihetî erdên xwe pêşkêşî dagirkeriya tirk dikin. Bi dahan baragehên tirkan li başûr hatin avakirin. Bi xwîna zarokên kurdan wê xiyanet bin bikeve û serkeftin serbikeve."

Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana gerîla","Bimre xiyanet" dawî bû.