Rewşa Nêrgiz Mihemedî ber bi xeteriyê ve diçe

Xelatgira Nobelê Nêrgiz Mihemedî ya li Îranê girtî ye, tedawiya wê li unîteya dil dewam dike û rewşa wê ya tenduristiyê krîtîke.

Navenda Nûçeyan – Weqfa ku malbata wê bi rê ve dibe diyar kir ku Mihemedî li unîteya dil a nexweşxaneyeke li bakurê Îranê tê dermankirin. Li gorî daxuyaniyê Nêrgiz Mihemedî bi alîkariya cîhaza oksîjenê hilmê distîne.

Di daxuyaniyê tê gotin, piştî ku rewşa tenduristiyê ya Nêrgiz Mihemedî ‘di asta felaketê de nebaş bû’ roja înê ji girtîgehê ji bo nexweşxaneya li Zencanê hate veguhestin. Li gorî daxuyaniyê Nêrgiz du caran ji ser hişê xwe çûye û bi rengekî cidî krîza dil derbas kiriye.

Weqfê ragihand ku ji bo tedawiyeke xurt divê Nêrgiz Mihemedî ji bo navendeke ji doktorên wan ên li paytext Tehranê bê veguhestin.