Li Îranê tundiya mêr: Di mehekê de 15 jin hatin qetilkirin
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ku tundî û qetlîamên jinan lê zêde bûye, di mehekê de 15 jin û 1 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin, 2 jin û 2 zarok bi awayek guman jiyana xwe ji dest da, 3 jin jî hatin darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundî û qetlîamên li dijî jinan, ji ber newekheviya zayenda civakê û guherînên zagonî di astek xeternak de ye. Guherînên zagonê yên Îranê, mafê jinan sînordar dikin, newekheviya zayenda civakê jî zêde dike. Li Îranê ji bo pêşîlêgirtina qetlîam û tundiya li dijî jinan, pêkanîna reformên zagonî, wekheviya zayenda civakî û parastina mafê jinan gelek girîng e. Lê belê dewleta Îranê li gel şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ zextên li dijî jinan zêde kir, jin her roj bi awayek sîstematîk tên qetilkirin, bi tacîz û destdirêjiyê re rû bi rû tên.
Ajansa me her meh daneyên qetilkirinên jinan li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berhev dike. Ev daneyên ku em diweşînin bi bûyerên di çapemeniyê de hatine teyîsin re sînordar maye, mirov dikare bibêje rastî gelek zêdetir e.
Daneyên tundiyê ku di navbera dîroka 20’ê Sibat- 20’ê Adarê de hatin jiyîn wiha ye:
*Di 20’ê Sibatê de li Hamedan jinek ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hate qetilkirin.
*Di 20’ê Sibatê de li Rizvanşehr jinek 40 salî, ji aliyê mêrê pê re zewicî ve bi madeya şewatê hate qetilkirin.
*Di 24’ê Sibatê de li Gorgan jinek ciwan ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hate qetilkirin.
*Di 27’ê Sibatê de jinek li taxa Bag Feyz a Tahranê ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin.
*Di 28’ê Sibatê de li naveya Ferdis Sakîne Meşhurî ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hate qetilkirin.
*Di 1’ê Adarê de li navçeya Cehrum jina ciwan Dlara Cehandid, ji aliyê mêrê pê re zewicî ve hate qetilkirin.
*Di 1’ê Adarê de li bajarê Hersin Fatima Suleymanî ya 12 salî ku aliyê bavê wê bi zorê dixwest wê bi zewicîne, bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 2’ê Adarê de Narîn Baranî a 29 salî li Girtîgeha Esfehan ku ji cînayetê mehkumî darvekirinê hatibû kirin, hate darvekirin.
*Di 4’ê Adarê de li Tahranê jinek 53 salî, ji aliyê mêrê ku kirêdarê wê ye ve hate qetilkirin.
*Di 4’ê Adarê de li navçeya Curkan ya Hameda mêrekê hevjîna xwe, xwesiya xwe û xwîşka hevjîna xwe qetil kir.
*Di 6’ê Adarê de li Meşhed jinek nasnameya wê nehatî zanîn bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 6’ê Adarê de li Nakede jinek bi temen a 75 salî, ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin.
*Di 7’ê Adarê de li Kerc, Liyana 7 salî ji aliyê hevjînê xaltîka xwe ve hate qetilkirin.
*Di 8’ê Adarê de li Meşhedê zarokek 14 salî, li cadeya Abkuh bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 9’ê Adarê de li bajaroka Çermehin a Lenjan Zahra Rafî ya 30 salî û dayîka wê ya 50 salî Şehin Ibn Alî hatin qetilkirin.
*Di 16’ê Adarê de li girtîgeha Navenda Urmiye Mucgan Azerpişe a 31 salî û Kosar Bagernecad a 24 salî ku bi darvekirinê hatibûn mehkumkirin hatin darvekirin.
*Di 16’ê Adarê de li Yasuc xwendekara bi navê Esam Gazanferî ya 24 salî, piştî di meha cotmehê ve ji aliyê 7 havalên xwe yê polê ve rastî tecawîza komî hat, bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
*Di 17’ê Adarê de li Tahranê jina Efgan a 23 salî ya dû canî ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.
*Di 18’ê Adarê de li Golpayegan jinek 42 salî ji aliyê mêr pêre zewicî ve hate qetilkirin.