Li Îranê teqîn çêbû: Herî kêm 281 kes birîndar bûn

Li Lîmana Şahid Recaî ya li bajarê Bender Ebas ê Îranê, teqînek çêbû. Di encamê de herî kêm 281 kes birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan – Li Lîmana Şahid Recaî ya li bajarê Bender Ebas ê Îranê, teqînek mezin çêbû. Medyaya Îranê ragihand ku di teqînê de herî kêm 281 kes birîndar bûne.

Teqîn di dema tûra sêyemîn a hevdîtina ku Îran bi DYA’yê re li Ummanê dikir de çêbû lê hê sedema teqînê nayê zanîn.

Medyaya Îranê diyar kir ku teqîn, ji ber depokirina çend konteynirên li qada rixtim ya lîmanê çêbûye. Hat hînbûn ku birîndaran rakirine nexweşxaneyan, hinek çavkaniyên herêmî jî diyar kirin ku di teqînê de gelek xebatkarên lîmanê jiyana xwe ji dest dane. Her wiha rayedaran diyar kir ku ji bo agirê ji ber teqînê derketiye were vemirandin, xebatên lîmanê hatine rawestandin.