Îsraîl rojnamevanan hedef digre: 213 rojnamevan hatin qetilkirin

Navenda Mafê Mirovan a Filistînê ragihand ku Îsraîl ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha ji bo qirkirinên li dijî Zîvala Xezayê pêkanîne neyê bihîstin, rojnamevanan bi zanabûn hedef digre.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha li dijî Xezayê didome. Navenda Mafê Mirovan ya Filistînê, têkildarî hedefgirtina rojnamevenên li Xezayê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li bajarê Deyr El-Belah ku li beşa navend ya Zîvala Xeza de li dijî rojnamevanek Filistînî dema li gel hevjîn û keça xwe li nêzî mala xwe dimeşiyan ‘sûcê sekvanî’ hate pêkanîn û wiha hate gotin: “Li Xezayê zêdebûna qetilkirin û hedefgirtina rojnamevanan, nîşan dide ku ev cînayet bi zanabûn tên kirin.”

‘Rojnamevan bi zanabûn tên hedefgirtin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku Îsraîl li Xezayê bi armanca ‘tirsandina rojnamevanan, astengkirina ku rastiyan bi dinyayê re parve bike’ bi zanabûn tên hedefgirtin û hejmara rojnamevanan ji 7’ê cotmeha 2023’an heta niha hatin qetilkirin, ji sala 1992’an heta niha mirinên rojnamevanên hatin qeydkirin gihaye asta herî jor. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ji 213 rojnamevanên li Xezayê di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane 13 jin in.

‘Îsraîl sûcê şer dike’

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku piraniya rojnamevanan di êrîşên hewayî de, beşek jî ji aliyê sekvanan ve hatine qetilkirin. Qetilkirina rojnamevanan bi zanabûn, li gorî Statuya Roam ku Dadgeha Cezayê Navnetewî (UCM) avakirî, ev sûcê şer dikeve erkê darazê û wiha hate gotin: “Dewamkirina Îsraîl ji rizgariya cezayan, wê teşwîqî hê zêdetir sûc li dijî rojnamevan û malbatên wan bike.”
Di daxuyaniyê de bang li civaka navnetewî hate kirin ku hedefgirtina rojnamevanan şermezar bikin, ji bo êdî rojnamevan nebe hedef demildest zext li Îsraîl bikin û ji bo parastina sivîlên li Xeza bê derengmayîn bikevin nava tevgerê.