Li Îranê rêjeya kuştina jinan zêde dibe

Li Îranê di navbera 21’ê Nîsan- 21’ê Gulanê de 31 jin û 2 zarok hatin kuştin, 6 jin hatin bidarvekirin, 10 jin û 3 zarok bi awayê bi kuman jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê şîdet û bûyerên kuştina jinan her diçe zêde dibin. Kujerên jinan zêdetir mêrên bi wan re zewicandî, bav, kur an jî bira ne. Meşrûkirina şîdeta bi olê dibe sedem ku ev sûc bê ceza bimînin. Di zagonên Îranê de, benden ku pêşî li şîdeta li ser jinan bigrin tune ne, ji ber hukmên olî yên li gorî şîroveyên desthilatdariya mêr, dibin sedema kêmkirina ceza yan jî bêcezabûnê.

Li gorî amarên ajansa me yên derbarê komkujiyên jin û zarokan, darvekirin û mirinên gumanbar ên meha Ordîbeheştê ango dîroka di navbera 21’ê Nîsanê û 21’ê Gulanê de hatine tomar kirin, 31 jin û 2 zarok hatine kuştin, 10 jin û 2 zarokan bi guman de jiyana xwe ji dest dane û 6 jin jî hatine darve kirin.

Li gorî daneyan;

*21’ê Nîsan: Setare Musipur a 18 salî li Xoyê ji aliyê birayê hevjînê xwe ve hat kuştin.

*24’ê Nîsanê: Jineke nasnameya wê nediyar, li Baharestanê ji aliyê mêrê pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*25’ê Nîsanê: Jineke nasnameya wê nediyar li Baharestanê ji aliyê mêrê pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*26’ê Nîsanê: Semîra Abdulrahmanî li Bokanê ji aliyê xizmek xwe yê mêr ve hat kuştin.

*26’ê Nîsanê: Marya Şerîfî ya 16 salî li Baneyê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*27’ê Nîsanê: Golab Faramarzî, li Dalahuyê ji aliyê zavayê xwe ve hat kuştin.

*27’ê Nîsanê: Jineke nasnameya wê nediyar, li Tahranparsê mirî hat dîtin.

*27’ê Nîsanê -4’ê Gulanê: Jinên ku bi awayê guman jiyana xwe ji dest dane; Mehdîse Ghasemî, li Shazandê, Sumeyye Nurullahî li Khorramabadê, Şirîn li Hadîce, Ghasemî li Mahabadê, Sûşîn Fethî li Seqizê.

*28’ê Nîsanê: Mercan Sebzî li Khorramabadê hat bidarvekirin.

*29’ê Nîsanê: Mehnaz Kesirlu ya 38 salî li Zanjanê ji aliyê mêrê ku pê re zewindîbû ve hat kuştin.

*30’yê Nîsanê: Tahere Khodamî Sirjan, ji aliyê kurê xwe ve hat kuştin.

*30’yê Nîsanê: Jineke nasnameya wê nediyar li Tehranê ji aliyê mêrê pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*30’yê Nîsan: Mahur Tendpur a 25 salî li Yasujê ji aliyê mêrê ku teklîfa wê ya zewacê nepejirand ve hat kuştin.

*30’yê Nîsanê: Li Khorramshahrê jinek ji aliyê mêrê pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*30’yê Nîsanê: Fatemeh Barkhordarî li Sabzewarê, ji aliyê mêrê ku dixwest wî berde ve hat kuştin.

*30’yê Nîsanê: Li Qerejê zaroka 5 salî ji aliyê bavê xwe ve hat kuştin.

*1’ê Gulanê: Betul Muhammedî, ji aliyê Fatemeh Muhammedî yê xizmê xwe ve hat kuştin.

*1’ê Gulanê: Saqer (paşnavê wê nehat zanîn) li Qerejê hat bidarvekirin.

*1’e Gulanê: Mehdiye Perestaran, li Amolê hat kuştin.

*3’yê Gulanê: Du jinên temenê wan di navbera 49 û 50 salî de li Golbahar û Damghanê ji aliyê mêrek ji malbatên xwe ve hatin kuştin.

*4’ê Gulanê: Semîra Nourbakhsh a 40 slaî li  Kirmaşanê ji aliyê mêrê ku teklîfa wî ya zewacê nepejirand ve hat kuştin.

*5’ê Gulanê: Mehtab Amirî, li Şîrazê hat bidarvekirin.

*6’ê Gulanê: Zehra Mîrzayî ji aliyê xizmê xwe yê mêr ku li Îranê di televizyona dewletê de pêşkêşvan e ve hat kuştin.

*6’ê Gulanê: Maede Khatibiyan a 21 salî li Meşhedê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*6’ê Gulanê: Marziyeh Nouraei y 40 salî li Gahvareyê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*7’ê Gulanê: Zaroka 14 salî li Abadanê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*7’ê Gulanê: Jina nasnameya wê nediyar li Tehranê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*7’ê Gulanê: Mobîna Kendabî li Tehranê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*7’ê Gulanê: Nivîskar Şîva Arastuyî bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*7’ê Gulanê: Eşref Şehbazî li Yasuçê hat bidarvekirin.

*10’ê Gulanê: Derwîşî Dîwan Morad li Kehnujê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*10’ê Gulanê: Raha Ghanbarî ya 7 salî li Sariyê ji aliyê dêmariya xwe ve hat kuştin.

*11’ê Gulanê: Jineke nasnameya wê nediyar li Hemedanê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*11’ê Gulanê: Jineke nasnameya wê nediyar a 37 salî li Tehranê ji aliyê mêrê pê re zewidandîbû ve hat kuştin.

*11’ê Gulanê: Jinek li gundên Veramînê ji aliyê dizan ve hat kuştin.

*12’ê Gulanê: Mahbubeh Khosronejad li Gorgayê hat bidarvekirin.

*13’ê Gulanê: Jineke 85 salî ya nasnameya wê nediyar li Darabê hat kuştin.

*14’ê Gulanê: Ovîn Reyhanî li Baneyê bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*15’ê Gulanê: Hafizeh Balochzehî ya 24 salî li Sistan û Belucistanê hat bidarvekirin.

*16’ê Gulanê: Nezhet Amirabadian a rojnameger, bi awayê bi guman jiyana xwe ji dest da.

*17’ê Gulanê: Yasaman Nosratî ya 20 salî li Semnanê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*17’ê Gulanê: Elyana Koohî ya 23 salî û dayika wê li Bagheriyê ji aliyê mêrê ku keça wê pê re zewicandîbû ve hatin kuştin.

*20’ê Gulanê: Jineke 40 salî ya nasnameya wê nediyar ji aliyê mêrê pê re zewicandîbû ve hat kuştin.

*21’ê Gulanê: Jineke ciwan li Tebrîzê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî ve hat kuştin.