Ji bo Colanî ji sûcên qirkirinê were darizandin serî li UCM dan

FUAF ku li Sûriyeyê kesên meshebên cûda di nava xwe de di hewîne, daxweznameyek derbarê serokê HTŞ ya cîhadî Ebu Muhammed el Colani sûcê şer li dijî mirovatiyê kiriye pêşkêşî Dadgeha Ceza ya Navnetewî kir.

Navenda Nûçeyan – Federasyona Yekitiya Elewiyan a Franse (FUAF) ku li Sûriyeyê kesên meshebên cûda di nava xwe de di hewîne derbarê Serokê Rêxistina cîhadî Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) Ebu Muhammed el Colanî (Ahmed el Şara) ku sûcê şer li dijî mirovatiyê kiriye daxweznameyak pêşkêşî Dadgeha Ceza ya Naventewî (UCM) kir.

Li gorî nûçeya Euronews, di daxwaznameyê de hat diyarkirin ku Colanî û serokên leşkerî yên girêdayî wê, berpirsên qetliamên ku di nav de li welat kesên endamên kêmenetewên etnîkî û dînî 1700 - 2 hezar sivîl qetilkiri ne.

Parêzerê Federasyonê Pedro Andujar anî ziman ku dîmenên yekîneyên leşkerî beriya qetlîam û piştî wê belge dike hene. Di daxwaznameyê de Colanî û rêveberên din dibe ji sûcên qirkirin be, an jî sûcên din ên li dijî mirovatiyê be, di çarçoveya sûcên ku di satatuya Roma de tê pêşbînîkirin de wandaxwaz kirine ku tavilê bên lêpirsînkirin.