Li Îranê jinên ku biryara hevberdanê didin rastî gelek astengiyan tên

Jinên ku biryara hevberdanê didin, li Îranê rastî gelek zextên civakî tên, ji ber zagonên ku ji aliyê mêran ve hatine amadekirin, jin encamên dixwazin bi dest naxin.

Navenda Nûçeyan – Li Îranê jinên ku biryar didin dawî li zewaca xwe bînin rastî gelek astengiyan tên û gelek ji wan rastî zora zewaca di temenê biçûk de tên.

Li Îranê rêjeya hevberdanê zêde dibe

Li gorî daneyan di 6 mehên destpêka sala 2021'ê de 225 hezar kez zewicîne û 94 hezar û 288 kesan hev berdane. Di 6 mehên destpêka 2022'an de jî 296 hezar û 401 kes zewicîne, 94 hezar û 280 kesan jî hev berdane. Li Îranê jin ji ber zîhniyeta dewleta mêr, di serî de malbat, ji gelek aliyan ve rastî astengiyan tên. Li welatê ku zewaca zarokan zêde ye, jin dema ji hevjînên xwe vediqetin jî nikarin serbixwe bimînin. Jinên ku di nava malbatê de rastî şîdeta zayendî, fizîkî û derûnî tên, ji ber zagonên baviksalar jî di warê darazê de encamek baş bi dest naxin. Ajansa me bi jinên ku di temenê zarokatî de hatine zewicandin û dixwazin ji hevjînên xwe veqetin re axivî. Jinan ji ber ewlehiyê navê xwe yê rastîn nedan.

‘Ji bo ji zarokê xwe dûr nekevim min dengê xwe nekir’

Julie Ahmadî ya di temenê zarokatî de hatiye zewicandin û niha 40 salî ye, got: “Min dixwest bi kesek din re bizewicim lê malbat ji bo min ji wî kesê dûr bixe bi zorî da zewicandin. Ez di 17 saliya xwe de hatim zewicandin. Salek piştî zewacê ducanî mam. Kurekî ji min re çêbû. Kurê min piştî ku hinek mezin bû, hevjînê min dest bi kişandina madeyên tiryakê kir lê ji bo ku zarokê xwe winda nekim min dengê xwe nekir. Ez dizanibûm ger îsbat bikin ku tiryakêş e dê welayeta kurê xwe bigrim. Min xwest em hev berdin, bi kuştinê gefan xwar lê piştî ku kurê min mezin bû min biryara hevberdanê da.”

‘Ez êdî nikaribûm tehemul bikim ji bo hevberdanê min doz vekir’

Somaya Mohammadî hê 22 salî ye û zarokek wê yê 7 salî heye. Somaya Muhammadî diyar dike ku dayik û bavê wê ji hev veqetiyane û dibêje: “Bavê min careke din zewicî. Ez 13 salî bûm, min neçar hişt ku di wî temenî de bizewicim. Ez bi mêrek ku 10 sal ji min mezintir bû re zewicîm. Dema ku min giliya wî ji bavê xwe re dikir, bavê min digot ku ez jin im divê îtaet bikim lê min êdî tehemul nekir û ji bo hevberdanê serlêdan kir. Bavê min ji ber wê yekê gefa kuştinê li min xwar.”

‘Dadgehê beriya hevberdanê destûr da ku hevjînê min bi kesek din re bizewice’

Sara Ahmedzadeh a 36 salî ya ku zarokek wê yê pênc salî heye jî dibêje: “Ji bo jiyana xwe sererast bikim, min gelek mercên zor tehemul kir. Min got qet dema zarok çêbibe dê her tişt baş be lê çawa zarok çêbû hevjînê min dest bi kişandina tiryakê kir, hal û tevgerên wî xirab bûn. Destpêkê min cesaret nedikir behsa hevberdanê bikim lê dawiyê min cesaret anî xwe û doza hevberdanê vekir. Dadgehê muameleyên ji bo hevberdanê dirêj kir, hê hevberdan pêk nehatibû destûra zewacê da hevjînê min. Niha me hev berdaye, kurê min ji min girtin û nahêlin ez wî bibînim. Dema ku gilî jî dikî divê tu pereyek zêde bidî. Muamele wisa giran in ku mirov ji tişta dike poşman dibe.”

Shadî Karmian a 24 salî jî diyar dike ku ew di 17 saliya xwe de hatiye zewicandin û wiha didomîne: “Di salên destpêka zewacê de hevjînê min xwedî karakterek baş bû. Ji bo debara malê ez jê re dibûm alîkar. Ji ber pirsgirêkên di navbera xwe de em ji hev veqetiyan û niha ji min dixwaze ez daxwaza nefeqeyê nekim.”