Li Îranê ji serê salê ve 25 jê jin 427 kes hatine darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê diyar kir ku ji serê salê heta niha 427 kes ku 25 jê jin in, hatine darvekirin.

Navenda Nûçeyan – Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ji serê salê û vir ve li Îran û Rojhilatê Kurdistanê 427 kes hatine darvekirin ku 25 jê jin in.

Sala borî li Îranê 834 kes hatin darvekirin. Hat diyarkirin ku di 14 salên dawî de herî zêde înfaz di sala 2015’an de pêk hatiye û 972 kes hatine înfazkirin û kesên ku ji ber xebatên siyasî hatine girtin in. 

Rêxistinê diyar kir ku hefteya borî jî Mutafa Feşî yê kurd ku ji bajarê Kirmaşahê ye û 18 mehe di girtîgehê de ye jî hatiye darvekirin.