Li Îranê ji ber lehiyê hişyariya tîmseh hat dayîn

Li Îranê di lehiyê de 1 ji wan zarok 8 kes mirin. Hişyarî hat dayîn ku tîmsehên ku ji ber lehiyê warên xwe yên xwezayî terikandine dikarin bên bajaran.

Navenda Nûçeyan- Barana ku roja sêşemê hefteya borî li Îranê ketibû, veguherî lehiyê. Lehî li Sîstan-Belûçistan û parêzgeha Hurmuzgan a li başûrê rojhilatê welêt rabû.

8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Serokê Navenda Krîzê ya Sîstan-Belûçistanê Mecîd Muhîbbî ji ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê IRNA yê re axivî û diyar kir ku di dema lehiyê de 3 karkerên ku li ser rêya trênê dixebitîn ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan. Her wiha hat diyarkirin ku zarokek 5 salî jî di nav de 5 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Hişyarî li ser tîmsahên ku ji jîngeha xwe ya xwezayî derdikevin hat dayîn

Di daxuyaniya ku duh ji aliyê Saziya Hawirdorê ya Sîstan-Belûçistanê ve hat weşandin de, hişyarî hat dayîn ku tîmsehên ji ber lehiyê cihê xwe yên xwezayî terikandine dibe ku dakevin bajaran. Ji niştecihên eyaletê hate xwestin ku heya lehî bi temamî çik nebe neçin nêzî cihê herî, zozan û jîngehên kovî negerin. Hat diyarkirin ku ev cureyê ku navê wî yê zanistî Crocodylus palustris e û wek tîmsehê heriyê naskirin, bi giştî li başûrê Îran û Hindistanê tê dîtin.

Heyva Sor a Îranê di daxuyaniya xwe ya duh de ragihandibû ku 43 kesên ku di du otobusan de asê mabûn hatin rizgarkirin.

Li Ummanê 10 jê zarok 20 kes mirin

Li Dubayê gelek rê di bin avê de man, di seferên balafiran de jî astengî derketin. Hat ragihandin ku li Emîriyên Yekbûyî yên Ereban di karesata lehiyê de kesek û li Ummanê jî 10 jê zarok 20 kes mirin.