Li Lubnanê 130 zarok hatine kuştin
Wezareta tendurustiyê ya Lubnanê ragihand ku hejmara kuştiyan ji destpêka şerê Îsraîlê li dijî Lubnanê gihîştiye hezar û 500 kesî.
Navenda Nûçeyan – Şerê Îsraîl- DYE yê ya li dijî Îranê ket roja xwe ya 39’an, şer derbasî herêmên cûda yê Rojhilata Navîn bû, Îsrîalê di 2’yê Adarê de rasterast êrîşî Lubnanê kir, ji ber vî şerî Li Rojhilata Navîn alozî kûrtir dibin. Her wiha gef û êrîşên rasterast binesaziya herêmê tehdît dikin û herî zêde li deverên ku şer lê diqewime jî jin, zarok û sivîl rûbirûyî êrîşan dimînin.
Wezareta tendurustiyê ye Lubnanê îro ragihand ku hejmara kuştiyan derketiyê hezar û 500 kesî.
Wezaretê diyar kir ku ji destpêka şerê di navbera Îsraîl-Hizbullahê ve zêdetirî Hezar û 530 kes li Lubnanê hatine kuştin ku di nav de 57 xebatkarên tenduristiyê, 130 zarok hene her wiha 4812 kes jî birîndar bûne.