Keçika 5 salî piştî destdirêjiyê hat qetilkirin

Li navçeya Herana Rihayê keçikek 5 salî piştî ku destdirêjî lê hat kirin, hat qetilkirin.

Riha - Derket holê ku li navçeya Herana Rihayê di 15’ê Çileyê de keçikek 5 salî piştî destdirêjî lê hatiye kirin, hatiye qetilkirin. Cîgirê Serokê Koma ÎYÎ Partiyê Turhan Çomez rapora Nexweşxana Dewletê ya Heranê ya der barê bûyerê de, bi riya medyaya dîjîtal parve kir.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku zaroka 5 salî piştî destdirêjî lê hatiye kirin, fetisandine. Turhan Çomez, têkildarî qetilkirina keçikê wiha got: “Zarokek ku hê 5 salî ye, tînin Nexweşxana Dewletê ya Heranê. Piştî destdirêjiyek hovane wê fetisandine. Li Beşa Lezgîn hewl didin wê xilas bikin lê dilê wê yê ku sekiniye êdî naxebite. Bi raporek berfireh, her tişt tê tomarkirin. Ger di pêvajoya Tiba Edlî de şaşiyek nekin, hûn dikarin bi awayekî herî rast bigihîjin hemû delîlan û qatilan tesbît bikin. Bi awayekî pir lezgîn eleqe nîşan bidin.”