Li Îranê di mehekî de 19 jin û 5 zarok hatin qetilkirin

Li Îranê di meha dawî de 19 jin û 5 zarok ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Mirinên bi guman ên 18 jin û 4 zarokan weke 'întîxar' hatin qeydkirin.

Navenda Nûçeyan – Li Komara Îslamî ya Îranê ji ber siyasetên xwe yên mêtinger roj bi roj tundiya li ser jinan û qetlîamên li ser jinan zêdetir dibin. Li Îranê ku jin ji aliyê zilamên herî nêzî xwe yên weke bav, hevser an birayên xwe ve tên qetilkirin, gelek mirin bêyî lêkolîn û lêpirsîn weke 'întîxar' tên qeydkirin.

Di meha dawî de, di navbera Gulan û Hezîranê de, li Îranê 19 jin û 5 zarok hatin qetilkirin. Mirinên bi guman ên 18 jin û 4 zarokan weke 'întîxar' hatin qeydkirin. Bûyerên ku jin hatin qetilkirin û weke mirinên bi guman weke 'întîxar' hatin qeydkirin wiha ne;

21 Gulan: Jineke ku navê wê nehat zanîn ji aliyê kesekî nenas ve hat qetilkirin. Polîsên Îranê ku derbarê nasnameya jinê de agahî parve nekirin, tenê ragihandin ku kiryar hatiye girtin.

23 Gulan: Li Kamiyaran jineke 45 salî bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

25 Gulan: Meryem a 34 salî ya ji Tehranê ji aliyê zilamekî ve hat qetilkirin.

26 Gulan: Li Sircanê jinek ducanî û 2 keçên wê yên 9 û 3 salî jî di nav de 5 kes ji aliyê kesê di mala xwe de dixebitî hatin qetilkirin.

28 Gulan: Jineke 70 salî ya ji Tebrîzê ji aliyê bûka xwe ve hat qetilkirin.

29 Gulan: Zilamekî Tebrîzê yê 45 salî hevjîna xwe ya 35 salî, keça xwe ya 13 salî û kurê xwe yê 9 salî qetil kir û xwe kuşt.

29 Gulan: Li bajarê Bamê yê parêzgeha Kirmanê termê jineke ciwan hat dîtin.

3 Hezîran: Keçeke 12 salî ya xelkê Xurmatû di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

4 Hezîran: Li Bûkanê zaroka keç a bi navê Nian Rastgar a 13 salî bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

5 Hezîran: Li bajarê Nazarabad ê parêzgeha Elborzê jinek ciwan ji aliyê zilamê ku pê re zewicî hat qetilkirin.

5 Hezîran: Prasto Ehmedpûr a 27 salî ya ji gundê Saneh a Tangisarê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

5 Hezîran: Li Tehranê jinek ji aliyê mêrê pê re zewicî bû ve hat qetilkirin.

6 Hezîran: Jineke 25 salî ji Tehranê ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.

7 Hezîran: Zaroka keç a 16 salî ya bi navê Bîta Mam Mehmûdî ku li gundê Şînabad a Bûkanê dima, di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

7 Hezîran: Jina ciwan a bi navê Golzar (Somiya) Resûlpûr a li Mehabadê bi awayekê guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

7 Hezîran: Jineke 32 salî li Kolana Mecîdiyeya Bakur a Tehranê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

7 Hezîran: Li bajarê Tebrîzê jinek ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin.

8 Hezîran: Jineke ciwan a ji Abadanê bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

9 Hezîran: Keça 15 salî ya bi navê Zinat Pîrûzî ya xelkê Îranê ji aliyê mamê xwe ve hat qetilkirin.

9 Hezîran: Jineke Tebrîzê ya 56 salî ku navê wî nehat zanîn bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin. 

9 Hezîran: Jineke ciwan a sunnî ku li taxa Nayser rûdinişt, bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

10 Hezîran: Jina bi navê Amîna Esedî ya 70 salî ya xelkê Kirmaşanê bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin. 

11 Hezîran: Samîa Şafiî ya 24 salî, xwendekara Sunnî û xwendekara nîvsala dawî ya zanîngeha zanistên pijîşkî ya Kurdistanê, bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin. Hate hînbûn ku Samîa Şafîî her tim di bin zextên midûrê beşê û rektorê zanîngehê de ye.

12 Hezîran: Jina ciwan a bi navê Esma Pişdar a 27 salî ya ji bajarê Bandar Ebasê ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.

12 Hezîran: Zilamekî xelkê bajarê Zernaqê yê Tebrîzê hevjîna doktorê diranan û 2 nexweşên jin ên ku ji bo muayeneyê hatibûn nexweşxaneyê qetil kir.

12 Hezîran: Jina ciwan a bi navê Sakizli Saadat Ferîdî bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

12 Hezîran: Piştî girtina derhêner û senarîst Bahare Lelehî, nûçeyên ku li Girtîgeha Êvînê ji aliyê rayedarên dewletê ve hatiye qetilkirin hat weşandin.

13 Hezîran: Cenazeyê jineke 56 salî ji bajarê Şazend a parêzgeha Navendî di nav baxçeyê xizmekî xwe de hat dîtin.

14 Hezîran: Jineke 65 salî ji Dîwandereyê ji aliyê kesekî nenas ve hat qetilkirin.

14 Hezîran: Samiya Mamqadrî ya ji Mehabadê di bin şert û mercên gumanbar de jiyana xwe ji dest da. Mirina jina ciwan a ku pirsgirêkên wê yên malbatî hebûn, weke 'întîxar' hat qeydkirin.

14 Hezîran: Roja Pêncşemê li bajarê Telaşê jinek hat qetilkirin. Hat diyarkirin ku jin ji aliyê zilamê ku nexwest bizewice ve hatiye qetilkirin.

15 Hezîran: Jina bi navê Rizan Yarahmedî ya 25 salî ya ji gundê Serûd Cewanro bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

15 Hezîran: Jineke ciwan a ji Tebrîzê bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

16 Hezîran: Keça bi navê Nagîn a 12 salî ya ji Tebrîzê bi guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

17 Hezîran: Li Taxa Hewace Nîzam a Tehranê jineke 26 salî ku heta niha nasnameya wê nehatiye diyarkirin, bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Wekî 'întîxar' hat qeydkirin.

17 Hezîran: Laîlî Paymazd a 32 salî ji gundê Xoranc Pîranşarê ji aliyê zilamê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin.