‘Li Îranê 41 jê zarok, 24 jê jin zêdetirî 304 kes hatine qetilkirin’
Rêxistina Mafê Mirov a Îranê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de heta niha 41 jê zarok û 24 jê jin zêdetirî 304 kes hatine qetilkirin.
Navenda Nûçeyan – Rêxistina Mafê Mirov a Îranê têkildarî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir, di daxuyaniya xwe de îşaret bi êrişa hêzên rejima Îranê ku roja Înê bir ser xwepêşanderan kir û got, di xwepêşandanên roja Înê de hêzên zordest ên Îranê bi guleyên rastî li bajarê Xaş herî kêm 16 xwepêşander kuştin.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de bîlançoya kesên heta niha di xwepêşandanan de hatine qetilkirin jî eşkere kir û got, “Heta niha di xwepêşandanan de 304 kes hatine kuştin, ji vana 41 kes temenê wan di jêr 18 saliyê de ne. Ji vana 9 jê zarokên keçin, 3 zarokên Efganî ne. Kuştina van kesan li 22 parêzgehan çêbûne. Hejmara herî zêde ya kesên jiyana xwe ji dest dane li parêzgehên Sîstan Belûçistan, Mazenderan, Tehran, Sine û Gîlan’ê ne.”