Li Zanîngeha Mazenderanê li hember cezayên dîsîplînê bertek

Ji bo 91 kesên ku profesor, mamoste û xwendekar di nav de ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Emînî ya li Zanîngeha Mazenderanê çalakî li dar xistin, cezayê dîsîplînê hatin dayîn.

Navenda Nûçeyan – Rejîma Îranê bi her cure êrîşan li dijî hemû koman hewl dide serhildanên ji 16’ê Îlonê ve hatine destpêkirin bitepisîne. Cezayên dîsîplînê li girtin, binçavkirin, revandin û kuştinê tên zêdekirin. Zextên li ser zanîngehên ku bûne navenda xwepêşandanên berbelav, ji bo astengkirina xwepêşandanan zêde dibin. Herî dawî jî 91 kes ku di nav wan de xwendekar, profesor û mamostayên zanîngeha Mazenderanê jî hebûn, cezayên disîplînê birîn.

Hate ragihandin ku rejîma Îranê jî di pêyama ku ji Rektorê Zanîngeha Mazenderanê re nivîsandiye de daxwaz kiriye ku her kesê ku beşdarî xwepêşandanan bûne û banga xwepêşandanan kirine, bi cezayên giran ên întizamî werin cezakirin. Komek mamostayên Zanîngeha Mazenderanê nameyek ji rektoratiya zanîngehê re nivîsandin û diyar kirin ku ew li dijî zextên li ser zanîngehê ne.

‘Dawî li zextan bînin’

Di nameyê de hat gotin, “Em weke mamosteyên vê zanîngehê, li şûna ku di dilê xwendekarên xwe de weke leşkeran tevbigerin, em hewl didin ku tovê hişyariyê di dilê xwendekarên xwe de biçînin ku ew mirovên demokrat ên ku bi civaka xwe re dilgiran in. ” Mamosteyan jî di nameyên xwe de diyar kirin ku daxwaza rakirina zext û cezayên dîsîplînê yên li ser xwendekarên xwe kirine.

Her wiha di nameyê de hate destnîşankirin ku divê dawî li her cure zext û zordariya li ser xwendekaran a li kampusa zanîngehê bê anîn û êrîşên dijwar ên li ser çalakiyên demokratîk û gefxwarinên li hemberî daxwazan ne avaker in.