Li Îran û Rojhilat ji bo Jîna Emînî gotin: Jin, jiyan, azadî!
Çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna (Mehsa) Emînî yên li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hê jî dewam dikin.
Navenda Nûçeyan – Li gelek bajarên li Rojhilat û Îranê çalakiyên ji bo Jîna (Mahsa) Emînî ku li Tehran a paytexta Îranê ji aliyê polîsên exlaqî ve bi lêdan û îşkenceyê hat qetilkirin, dewam dikin. Gel li ser riyên giştî seyareyên xwe disekinînin û bi vê awayê hêrsa xwe ya li dijî qetilkirina Jîna Emînî nîşan didin.
Jinên Îranî çi Fars, çi Kurd û çi Azerî, bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî" li hev kom dibin û dibêjin “Bimre dîktator”. Li Tarhan, Meşhed, Reşt, Pawe, Bane, Bukan, Kamyaran, Dehgolan, Sinê, Saqiz, Gîlan, Şino û Kirmaşanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.