Li Îran û Rojhilat gel şevê din li qadan bûn

Li Îran û Rojhilat şevê din li gelek bajaran çalakî hatin li darxistin, gel li kolanan dirûşma ‘Jin jiyan Azadî’ berz kir û merşên bi Kurdî gotin. Xwepêşanderan panaart, al, dovîz û afîşên ku hikumetê sembol dikin û baregeha Besîc dan ber agir.

Navenda Nûçeyan – Li îran û Rojhilatê Kurdistanê serhildanên gel ên ku di 16’ê Îlona 2022’an de piştî qetilkirina Jîna Emîn destpê kirî, belavî heçar parçeyên welat bûn û di meha xwe ya 5’emîn de bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Ji faşîzmê re mirin’ berdewam dike. Şevê din li rûxmê berfa dijwar û baranê li bajarên Sine, Mahabad, Urmiye, Kirmanşah, Ciwanro, Saqiz çalakî bi govend, merş û dirûşmeyan berdewam kir.

Merşên bi Kurdî hatin gotin

Li van hemû bajaran gelê ku bi daxwaza azadiyê qad tije kirin, bi dirûşmeyên ‘Kurdistan wê ji bo faşîzmê bibe gor’ çalakiyên xwe dom kirin û al, afiş, dovî û panqartên ku hikumetê temsîl dikin dan ber agir. Di çalakiyan de bi Kurdî merş gotin. Li bajarên Rojhilat alên li saziyên fermî yên girêdayî hikumetê hatine rakirin, an hatin daxistin an jî heya nîvî hat anîn.

Baregeha Besic dan ber agir

Car din li bajarên Îranê Ahvaz, Şiraz, Erdebil, Tebriz, Kum, Meşhed, Kirman, Hürmozgan, Rafsancan, Îsfahan, Sari, Mazandaran û gelek bajarên din gel daketin qadan. Li bajrên ku baregehên Besic dan ber agir, şevê dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ hatin berz kirin. Li bajarên Îranê malzemeyên ku propagandaya hikumetê dikin dan ber agir û şewitandin.