“Lêkirina dîwar pêkanîna siyaseta perçekirin û qirkirinê ye”
Endama Rêvberiya Kongra Star a Kampa Waşokanî Besîma Dawûd tekz kir ku lêkirina dîwar di navbera Şengal û Rojava de pêkanîna siyaseta perçekirin, qirkirin û berdewama fermana 74’an e.
RONÎDA HACÎ
Hesekê - Hikumeta Iraqê li ser sînorê di navbera Şengal û Bakur û Rojhilatê Sûriyê –Rojava de dîwar lê dike. Di serî de welatiyên Şengalê ji gelek deveran nerazîbûnên li hember lêkirina dîwar hatin nîşandan. Endama Rêvberiya Kongra Star a Kampa Waşokanî Besîma Dawûd behsa armancên lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê de kir.
“Lêkirina Dîwar berdewama êrîşên çeteyên DAIŞ’ê ye”
Besîma Dawûd di destpêka axaftina xwe de got, lêkirina dîwar, berdewamiya siyaset û hişmendiya ku Kurdistan dagir kiriye û berdewama fermana 74’an ku bi serê civaka Êzidî anîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîrok tu carî fermana 74’an ji bîr nake, di bîra her kesî de ye. Çeteyên DAIŞ’ê bi destekdayîna dewleta Tirk a dagirker li dijî civata Êzidî 2014’an êrîşek hovane pêk anîn, bi hezaran jin, zarok, kal û pîr hatin qetilkirin û revandin. Hikûmeta Îraqê wê demê tiştek ji bo civata êzidî nekir xwe paş de kişand. YPJ û YPG`ê koorîdoneke mirovî vekir û bi sed hezaran êzidiyên ku xwe spartin çiyayan, rizgar kirin.Gelê Şengalê rastî gelek komkujiyan hatin, ji ber vê yekê niha rêveberiya xwe ya xweser xurt dikin, da ku li dijî hemû êrişên bi armanca qirkirinê bisekinin.Lêkirina dîwar tê wateya neqebûlkirina îradeya gelê Şengalê ye û berdewamiya êrişên çeteyên DAIŞ`ê û dewleta Tirk a dagirker e."
Besîma Dawûd da zanîn ku komplo li dijî vîna azad dewam dike û sîstemên desthildar hesab ji fikirê deoêkratîk dikin û wiha got: “Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê - Rojava û Şengal rêvberiya xwe ya xweser û sîstemên parastinê ava kirine rastî êrîşan tên. Dewleta Tirk a dagirker mudaxeleya biryara siyasî ya Iraqê dike û êrişên leşkerî li dijî Şengal û Çiyayên Kurdistanê pêk tîne, li hemberî van êrişan jî hikumeta Iraqê bê deng e. Ev bêdengî dikeve xizmeta bercewendiyên dewleta Tirk a dagirker û çaranûsa doza kurdî dixe xeteriyê."
Besîma Dawûd îşaret bi serdana dawî ya serokê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya Tirkiyê û hevdîtina wî bi serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re li Antalyayê di 12`ê Adarê de kir û got: “Êdî ji hemûyan re diyar bûye ku piştî her serdanê, dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê û erdnîgariya Kurdistanê dike da ku dagir bike.Di roja me ye îro de pêwîstiya kurdan bi yekitiyê heye û li ser vê esasê bang li PDK`ê dikin ku nebe beşek ji plana dewleta Tirk. Divê şêniyên Şengalê têkoşîna xwe dewam bikin, da ku armancên rêveberiya xwe ya xweser mîsoger bikin û projeya xwe ya demokratîk bi pêş bixin.Emê heya dawî piştgirya gelê xwe yê Şengal bikin. Emê bi îradeya xwe ya azad bi ser bikvin û pilanên perçekirinê têk bibin."