Welatiyên Kobanê li hemberî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê meşiyan

Şêniyên kantona Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK`ê meşiyan.

Kobanê – Piştî hevdîtina Mesrûr Berzanî li gel serokê Tirkiyê Erdogan herêmên Zap, Avaşîn û Metîna êrîşên dewleta Tirk despêkirin. Welatiyên kantona Kobanê li hemberî êrîşan bi silogana "Bijî berxwedana gerila bimre îxaneta PDK`ê" meşiyan. Di meşê de ciwan, jin, kesên temen mezin û zarok amedebûn. Meşê bi diruşmên "Gerila rumet e", "Bimre îxanet" û "Berxwedan jiyan e" ji Qada Aştî destpê kir û li Qada Jina Azad bidawîbû. Piştî meşê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Hebûn Mihemed li ser navê girseyê axivî.

“Em ê li hemberî dagirkerî û îxanetê berxwedanê bildind bikin”

Hebûn Mihemed diyar kir ku dewleta tirk û PDK bi hev re dest bi êrîşeke dagirkeriyê li ser herêmên Zap, Avaşîn û Metîna kirin û wiha domand: “PDK bi rengek eşkere hevkariyê li gel dagirkeran dike û ev ne cara yekemîn ku îxaneteke bi vî awayî dike. Gerila hêz û hebûna me ne. Ji bo vê emê tu carî dest ji vê têkoşînê bernedin. Em weke ciwan û gelê Kobanê jî piştgiriya xwe ya bi berxwedaniya çiyayên Kurdistanê re nîşan didin. Emê li berxwebidin heta ku em dagirkeriyê û îxanetê têk bibin. Dema ku mijar dibe şervanên me, em ne dewleta tirk û ne jî malbata Berzanî nas dikin. Ji bo gerileyan canê me feda ye û emê tola xwe hilînin.”

Daxuyanî bi siloganên ku berxwedanê silav dikin bi dawî bû.

"Wê ev êrîş jî weke yên berê vala derkeve"


Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Hedle Hesen jî li hemberî êrîşan bertekên xwe wiha anî ziman: "Em weke gelê Kobanê bi awayek lezgîn daketin qadan, ji ber ku dewleta tirk careke din dest bi êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê kir. Ew cihên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK`ê armanc digre, warê zarokên me ye. A niha bi hezaran zarokên me li wan çiyan dijîn, ji bo vê em van êrîşan bi tundî şermezar dikin. Ev êrîş piştî hevdîtina malbata Berzanî li gel Erdogan pêk hat, ji ber vê şerm û şermezarkirina herî mezin ji bo wan e. PDK bi polîtîkeyên xwe daxwazên dewleta tirk yên qirkirina gelê Kurd bi cih tîne. Ev êrîş vîna me lewaz nake, çawa ku me êrîşên beriya vê vala derxist emê vê carê heman serkeftinê dubare bikin."