Nobeta edaletê di roja 407’an de ye
Emîne Şenyaşar a ku 2 kur û hevjînê wê hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bû, 407 roj in nobeta xwe Edaletê bê navber didomînin.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 407’an de berdewam dike. Ji ber ku dawiya heftê ye û edliye girtî ye, malbatê îro çalakiya xwe ya edaletê li mala xwe ya li navçeya Pirsûsê didomîne. Malbat di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin pêş Edliyeya Rihayê û li ser derenceyên edliyeyê nobeta xwe dan destpêkirin.
Malbatê li ser hesabê xwe yê medyayê ev parvekirin kir: “Wekî ku qetilkirina 3 ferdên malbata me ya li nexweşxaneya dewletê têra wan nake, lêgerîna me ya edaletê ya li ber 'Edliyeya Rihayê' karaktera bêperwa ya desthilatê bi têrkerî rave dike. Li dijî pergala edaletê ku naxebite, li bende mayîna me ya li pêş edliyeyê di roja 407’emîn de berdewam dike.