Kovara Jin: Jin li dijî bêcezatiyê di nobetê de ne!
Kovara Jinê di hejmara xwe ya 191’emîn de balê dikişîne ser nobetên edaletê, têkoşîna li dijî bêcezatiyê û siyaseta şerê taybet.
Navenda Nûçeyan – Kovara Jin a her hefte roja Yekşemê derdikeve, di vê heftiyê de bi sernavê "Jin li dijî bêcezatiyê nobetê digirin!" derket.
Kovara Jin, di hejmara xwe ya 191’emîn de, balê dikişîne ser nobedariyên jinan ji bo edalet û bîranînê, têkoşîna wan a li dijî bêcezatiyê û têkiliyên civakî yên ku tundiya mêran çêdikin. Gotarên ku daxwazên jinan ji bo mafê jiyanê, lêgerîna rastiyê û veguherîna civakî ji perspektîfên cûrbecûr vedibêjin, hêza van nobedariyan ji bo avakirina bîranîn û hevgirtinê nîqaş dikin.
Hemû sernavên di hejmara nû de wiha ne:
Qad Bang li kê dike? Li ser Nobetên Edalet û Bîranînê yên Jinan ên Amedê / Cansel Talay
Bîra li dijî Jibîrkirinê, Edalet li dijî Bêcezatiyê: Nobeta Bêdawî ya Jinan / Îrem Îlhan
Jin û Siyaseta Şerê Taybet / Kîbriye Evren
Ji Rastiya Jinan Ber Bi Ji Nû Ve Avakirina Civakî: Çima Jîneolojî? / Aynur Sarica
Tundiya Navmalbatê, Xefika Psîkolojîk û Hêza Rizgarkirinê ya Hevgirtina Rêxistinkirî / Esra Kahraman