Kovara Jin bi hejmara xwe ya 111. derdikeve

Kovara Jin bi sernavê “Hedefa Yekem Jin Bû, Berxwedana Yekem jî Jin bû” hejmara xwe ya 111’an derdixe.

Navenda Nûçeyan – Hejmara 111. a Kovara Jin a hefteyî bi sernavê “Hedefa Yekem Jin Bû, Berxwedana Yekem jî Jin bû” derket. 

Kovar di hejmara xwe ya dawî de şerê Sûriyeyê, komkujiya Elewiyan a ji aliyê HTŞ’ê ve li Sûriyeyê pêk hat û berxwedana jinan a li dijî şer rawestiya. Hemû sernavên hejmara nû wiha ne:

*Nakokiya Yekem, Pevçûna Yekem; Fikirkirina Şerê bi Jinê re / Rojda Yildiz

*Têkoşîna Jinan li Sûriyeyê ji berê heta niha / Zeynep Abdullah

*Avakirina Sûriyeya Nû û Jin / Aynur Şahîn

*Jinên ku we nikaribû serî bi wan bidin tewandin bila ji were bibin derd! / Oya Açan

*Hevpeyvîn bi Îlham Ehmed re / Aysel Işik re”